Hefteya Çanda Kurd li Brukselê destpê kir

Hefteya Çanda Kurd ku NAV-BEL bi gelên Kurdistanî re organîze kir, li Brukselê destpê kir.

Li Bruksela paytexta Belçîkayê, Hefteya Çanda Kurd ku Enstîtuya Kurd û Konseya Civakên Kurdistanî (NAV-BEL) bi rêxistinên Asûr, Ermen, Êzidî û Keldanî re organîze kir, dest pê bû.

Di şahiyê de behsa daxwazên neteweyî yên Kurdan hat kirin û dannasîna muzîk, xwarin û folklora Kurdan hat kirin.

Parlamenterê Brukselê Gîl Wsraten jî tev li şahiyê bû. Wsraten diyar kir ku ew rêzê ji bo têkoşîna azadiya Kurdan digirin û ev tişt anîn ziman: ‘’Kurd ku li welatê me jî nirx û çanda xwe didin jiyandin, kêfa me tê. Mirov dikare xwe bixe cihê Kurdan, ji ber ku hem dikevin hewila jiyandina çanda xwe hem jî ne ji bo xwe bi tenê lê ji bo mafên mirovan û demokrasiyê yên hemû gelan têdikoşin. Tevî hovîtiya li Kurdan dibe jî bi kamilî tevdigerin û mînak in di demokrasiyê de.’’  

Wê di şahiyê de fîlm li ser têkoşîna azadiya Kurdistanê bên nîşandan û hunermend Kurd jî konseran bidin.