Halîl Ergun: Erdogan nijadperest e, navnîşana çareseriyê Kurd in

Halîl Ergun: Erdogan nijadperest e, navnîşana çareseriyê Kurd in

Aliyê hunerê jî nerazîbûnên tund nîşanî polîtîkaya şer a li hemberî Kurdan û şerên dijwar ên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê tên. Lîstikvanê navdar ê Tirk Halîl Ergun got; “Gelo ez çima nizanim çi li Şemizînan diqewime?”. Ergun, Erdogan weke “nijadperest” bi nav kir û got; “Êdî yekane navnîşana çareseriyê Kurd in, ez çareseriyê di biryara Kurdan de dibînim.”

Şer û pevçûnên dijwar ên di serî de li Şemizînanê û gelek herêmên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê derdorên hunerî xist nava gumanan.

Halîl Ergun ji ANF’ê re axivî û got; “Niha, em nizanin bê li Şemizînanê, li Colemêrgê çi diqewime. Çima em nayên agahdarkirin? Ma dê heta kengî rastiyan veşêrin?” Ergun destnîşan kir ku dewlet an naxwaze, an jî ji ber tu hêza wê nemaye, bûyerên li Şemizînanê aşkere bike û wiha axivî; “Serokwezîr digot ku ew li herêmê partiya yekemîn in. Baş e, wê demê çima parlementerek ê wan yê ji wê herêmê tu daxuyaniyek nade? Parlementerên wan nikarin civînek jî der barê mijarê de li dar bixin."

Ergun, got ku divê çareseriya pirsgirêka Kurd, ji biryara Kurdan re bê hiştin û wiha berdewam kir; “Divê mirovên li wir dijîn, divê Kurd çareseriyê diyar bikin. Divê tu kes xwe tevlî neke. Êdî pirsgirêk bi hemû rastiyên xwe li hemberî me ye. Gotûbêjên li ser makeqanûnê hatin jibîrkirin, ne diyar e ka parlemento dê çi bike…"

POLÎTÎKAYÊN NÎJADPEREST ÊN ERDOGAN, HÊVÎ BI ME RE NEHIŞT

Lîstikvan Halîl Ergun destnîşan kir ku di salên pêşî de dema AKP dest bi desthilatiyê kir kete nava bendewariyekê lê niha di nava poşmaniyekê de ye û wiha got: “Ev demeke dirêj e atmosfereke ne baş didome. Di serî de baweriyeke me hebû. Me digot dê çareserî pêk were. Ez berê wisa difikirîm. Ji ber pêvajoyke ku mesele dihat nîqaşkirin hebû. Ya min kêfxweşiyeke wisa bû. Lê mixabin ev salek e bi taybetî piştî hilbijartinan em bûn şahidê polîtîkayên nîjadperest û netewperest yên Erdogan. Helwesta wî ya li dijî muxalefeta azadîxwaz ya demokratîk jî nayê qebûlkirin. Hêviya me şkest. Êdî tenê navnîşana çareseriyê Kurd in. Ez çareseriyê di biryara biryara Kurdan de dibînin.”

Ergun diyar kir ku ew wekî kesekî dixwaze li Amedê ku hatiye rewşa xweseriyê ya modeleya çareseriya Kurdan, bi hêsanî bigere û wiha got: “Bê guman ev bi hestewarî vê dibêjim. Xweserî jî dikare bê xwesetin. Wekî min got ne ku em biryarê bidin, dê Kurd biryarê bidin. Di encamê de Kurd çareseriyê dixwazin.”

RASTIYÊN HATIN VEŞARTIN AŞKERE DIBIN

Ergun di dawiya axaftina xwe de wiha pê de çû: “Hunermend di alîyê aştiyê de rola xwe nalîzin. Di rastiyê de ev pirsgirêkek kûr e. Meseleya hestiyarbûnê ye. Di salên 60- 70’an de ev dihatin hîskirin. Lê hunermend jî di nava mantiqa pergalê de derveyê bûyerê hatin hiştin. Divê ev bê zanîn tiştên ji ber çareseriyê pêk nayne. Hatiye paşvexistin, lê di heman demê de hatiye veşartin. Gelek rastî hatine veşartin. Niha jî dema tiştek derdikeve holê, hunermend jî civak jî neçare tiştekî hilbijêre.”