BI DÎMEN

Gerîlayên jin: Parastina ziman parastina çand û welat e

Gerîlayên YJA Starê bal kişandin ser xeteriya asîmîlasyonê ji bo civakekê û destnîşan kirin, ku parastina ziman parastina ax, ziman û welat e. Gerîlayan bi taybetî banga xwedîderketina li ziman li jinan kirin.

Gerîlayên YJA Starê yên li qadên gerîla perwerdeya xwendin û nivîsandina Kurdî dibînin bal kişandin ser xeteriya asîmîlasyonê ji bo civakekê û destnîşan kirin, ku parastina ziman parastina ax, ziman û welat e. Gerîlayan bi taybetî banga xwedîderketina li ziman li jinan kirin.

Îro 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Bi wesîleya 15'ê Gulana 1932'an ku kovara Hawarê hate derxistin, ev roj ji aliyê gelê Kurd ve weke Cejna Zimanê Kurdî tê pêşwazî û pîrozkirin.

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, ku bi têkoşîna xwe ya 40 salên dawî re ji aliyê civakî, çandî, siyasî û rêxistinî ve rê li ber gelek destketiyan vekir, di parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî de jî mora xwe avêt binê gelek xebatên giranbuha.

Gerîlayên tevgera azadiyê, ku di vî warî de xwedî roleke girîng in, ji bo ji holê rakirina asîmîlasyona sedan salan a hêzên dagirker ên li dijî gelê Kurd, têkoşîneke piralî dimeşînin.

Yek ji qadên vê têkoşînê jî perwerdeya bi zimanê Kurdî ye ku di nava gelek yekîneyên gerîla de tê dayîn. Yekîneyeke YJA Starê jî, ji bo ji holê rakirina bandora asîmîlasyonê û pêşvebirina xwendin, nivîsandin û axaftina bi zimanê dayikê, li gorî derfetên xwe perwerdeyê dibînin.

Mamosteya dewreya perwedeyê ya yekîneyê Berfîn Baran bal kişand ser bandora asîmîlasyonê û got, "Gelek heval hene asîmîle bûne, hez dikin zimanê Kurdî fêr bibin, hem nivîsê hem xwendin, hem axaftinê. Ji ber vê em perwerdeyê didin. Perwerdeya me bi giranî li ser nivîs û xwendinê ye. Hinek kovar di destê me de hene. Kovara Zîlan heye, kovara Parastina Gel heye, em bi van re perwerdeyê didin hevalan. Heval jî xwedî xwestekeke xurt in. Dema xwendina xwe ya Kurdî bi pêş dixin, bi rastî em jî moraleke mezin werdigirin. Ji ber vê yekê, wexta heval fêr dibin, ji bo wan jî ev kêfxweşiyeke. Dema ez vî karî dikim ez bi xwe jî gelekî kêfxweş dibim. Di nava yekîneya xwe de em vê perwerdeyê dibînin û di nava gelek yekîneyan de ev perwerde heye."

Gerîla Avînar Dilgeş a ji bajarê Selmas ê Rojhilatê Kurdistanê jî da zanîn ku rejîma Îranê li hemberî çand û zimanê Kurdî polîtîkayeke tund meşandiye û got, "Li Rojhilatê Kurdistanê zimanê Kurdî zêde nayê bikaranîn. Dersên Farisî hene. Xwendin û nivîsandina min a bi Kurdî nebû, min gelekî dixwest hîn bibim. Piştî tevlî refên gerîla bûm min xwest zimanê Kurdî, zimanê dayikê fêr bibim. Weke jineke Kurd li serê van çiyan hînbûn zimanê dayikê, rûmeteke. Em dixwazin li wê çand û zimanê jê dûrketine vegerin. Li zimanê dayika xwe vegerin."

Gerîla Avînar Jin Merîvan jî bal kişand ser bandora hêzên desthilatdar û dewletan a li çar parçeyên Kurdistanê û ev xal destnîşan kir: "Di axaftin û xwedîderketina li zimanê xwe yê dayikê de, di roja îro de kêmasî heye. Yek ji sedema vê yekê jî bandora xurt a modernîteya kapîtalîst li ser gel e. Li hemberî vê divê mirov karibe zimanê xwe biparêze. Parastina ziman, parastina ax, parastina welat, parastina çandê ye. Ji ber ku ev hemû bi hev re girêdayî ne. Eger mirovek zimanê xwe ji bîr bike, ev yek tê wateya dûrketina ji ax, welat, civak û çanda xwe. Bi taybetî di nava mirovên me yên koçî metropolan dikin, çand û zimanê xwe ji bîr dike. Ji ber vê yekê bandora asîmîlasyonê gelekî cidî ye. Asîmîlasyon dibe sedem ku mirov zimanê xwe ji bîr bike. Rola jinê ya li hemberî asîmîlasyonê gelekî girîng û mezin e. Hestê welatparêziyê, hestê hezkirina ji welatê xwe li cem jinê zêdetir e. Hîn bêhtir jin zimanê dayikê diparêzin. Em jî ji aliyê xwe ve her tim di nava hewldanan de ne ku zimanê xwe ji aliyê axaftin, nivîsandin û xwendinê ve bi pêş bixînin, ku civak jî bi vî rengî nêzîk bibe. Xwe ji bin bandora asîmîlasyonê xilas bike. Em bang dikin ku hemû jin xwedî li zimanê xwe derkevin. Xwe ji bin bandora asîmîlasyonê derxînin."