Gelo dixwazin Polatê birîndar bikujin!

Gelo dixwazin Polatê birîndar bikujin!

Di derbarê rewşa tenduristiya Serdar Polatê di dema êrîşa li dijî Midûriyeta Giştî ya Polîsan de birîndarbûyî agahî nadin parêzerên wî. Destûr nedan parêzer ji bo rewşa tenduristiya muwekîlê xwe hîn bibin, daxwaznameyê bidin  rêveberiya nexweşxaneyê. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel Evrîm Denîz Karatana got: “Em texmîn dikin ku, jiyana muwekîlê me di xeteriyê de ye, gûmana me ji jiyana wî heye.”

Serdar Polatê ku şeva din di dema êrîşa li dijî avahiya Midûriyeta Giştî ya Polîsan û mala polîsan de birîndar bû, destûr nadin parêzer derbarê tenduristiya Polat de agahiyan bigire.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel xwestin derbarê tenduristiya Polat de ji Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê agahî bigirin. Parêzerên agahî negirtin, xwestin daxwaznameyekê ji serhekîmê nexweşxaneyê re bişînin. Lê belê serhekîmtiyê daxwazname qebûl nekir. Weke din jî ferman da elemanên taybet ên ewlekariyê ji bo parêzeran bizorê ji nexweşxaneyê derbêxin. Parêzeran diyarkir ku, ev pêkanînekî dervey hiqûqê ye û îtîraz kirin.

Parêzer Evrîm Denîz Karatana got: “Muwekîlê me ji pişika xwe birîndar bûye. Em texmîn dikin ku jiyana wî di metirsiyê de ye. Lê belê me tu agahî negirtin, fikarên me hene.”

Di êrîşa duh ya li dijî Midûriyeta Polîsan ya Enqereyê, Muharem Karataş ji aliyê polîsan ve hatibû gulebaran kirin û qetilkirin.

Midûriyeta Giştî ya Polîsan piştî êrîşê dabû diyarkirin ku, Karataş û Polat endamên DHKP-C’ê ne.