Gelo Amerîka alîkariya xwe ya ji bo Tirkiyê kêm dike

Gelo Amerîka alîkariya xwe ya ji bo Tirkiyê kêm dike

Amerîka xwe amade dike ku di rewşeke Tirkiye sîstema parastina fuze ji Çînê bikere de, alîkariya xwe ya ji bo Tirkiyê kêm bike.

Kongreya DYA li ser pêşnûmeyekê dixebite, ku eger Tirkiye ji Çîn a di lîsteya reş a Washîngtonê de de ye Sîstema Parastina Fuze ji kargeha CPMIEC bikire, dê nikaribe ji fonên wan sûdê werbigire.

Rojnameya Daîly Telegraph di rûpelên xwe de cih da mijarê û di pêşnûmeya erkdarkirina parastinê ya DYA ya îsal de, bêyî nav diyar bike, bal kişand ser Tirkiyeyê. Rojnameyê nivîsand ku dê pêşnûmeqanûnek pêşkêşî dengdanê were kirin, da ku di kirîna fuzeyan de Tirkiye nikaribe ji fonên Amerîkayê sûdê werbigire.

DYA dabû xuyakirin ku ew ji muzakereyên Tirkiyê bi fîrmaya Çînê CPMIEC a ji bo kirîna sîstema paratina fuzeya menzîl dirêj, fikaran dike.

CPMIEC a ku sîstema fuze ya HQ-9 çê dike, ji ber ku teknolojiya fuze û çek firotiye Îran û Sûriyeyê, rastî pêkanînên navneteweyî yên DYA hat.

Li gorî Daîly Telegpraph, di metna pêşnûmeyê de di alîkariya sala 2014'an de entrekirina sîstemên parastina fuze yên Çînê bi sîstemên parastina fuze yên Amerîkayê, qedexe dike. Pêşnûmeya ku di roja Pêncşemê de ji Meclîsa Nûneran derbas bû, dê vê hefteyê li senatoyê pêşkêşî dengdanê bê kirin.

Eger bê qebûlkirin, divê Serokê DYA Barack Obama pêşnûmeyê îmze bike.