Gelên Latîn Emerîkayê pirtûkên Abdullah Ocalan dixwînin

Li eyaleta Jalîsco ya Meksîkayê di roja xwendina pirtûkên Rêberê Gelêw Kurd Abdullah Ocalan de nûnerên ji gelên cuda daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan kirin.

Kolektîfa 'Ûn Salto de Vîda' (Pêngavek ji bo jiyanê) li bajarê El Salto yê eyalta Jalîsco ya Meksîkayê çalakiyek ji bo naskirina Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk lidar xist.

Çalakî li qiraxa Çemê Santîagoyê pêk hat û beşdaran diyar kirin ku ew piştgiriyê didin kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re'.

Di dawiya çalakiyê de hem ji zarokan hem jî ji mezinan peyamên bi dîmen hatin weşandin û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin.

Peyama Ûn Salto de Vîda bi vî rengî ye:

"Ji bajarokên El Salto û Jûanacatlan ên Jalîsco yên li rojavayê Meksîkayê em silavên xwe ji gelê Kurd û tevahiya rojhilat a dûr re dişînin. Haya me ji têkoşîna xweser a gelê Kurd heye û em piştgiriyê didin daxwaza ji bo şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan. Em dixwazin bê berdan, şer û zextên li ser gelê Kurd bi dawî bibin. Fikir nikare dîl bê girtin."

Ji pêşengên gelê xwecihî yê Zoqûe akademîsyen Fortîno Domîngo Rûeda tevlî çalakiya xwendina pirtûkan bû û piştgirî da kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan. Domîngo Rûeda bal kişand ser têkoşîna xweseriyê ya gelêw Kurd û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir.

Endama 'Femînîsmo Komûtarîo' ya ji Bolîvyayê Adrîana Gûzman û lîdera gelê xwecihî ya Gûatemalayê Lolîta Chavez jî peyamên bi heman rengî dan.