Fûara Stenbolê ji pirtûkên nû yên kurdî re jî malovaniyê dike

Fûara Stenbolê ji pirtûkên nû yên kurdî re jî malovaniyê dike

31'emîn Fûara Pirtûka a Navneteweyî ya Stenbolê bi çalakiyên weşanxaneyan berdewam dike. Fûar dê heta 25’ê mehê ango heta êvara roja yekşemê dê pirtûkhez, pirtûk û nivîskaran bîne cem hev. Fûar îsal ji 600 weşanxane û ji 200 çalakiyan re malovaniyê dike. Îsal wekî rexneyeke mirov dikare bibêje ku çalakiyên weşanxaneyên kurdan kêm in û bes bir ojên îmzeyan û çend panelan bi sînor in.

Cihê keyfxweşiyê ye ku di vê fûarê de Aram, Ava, Avesta, Lîs, Nûbihar, Pêrî û Vate bi pirtûkên xwe yên nû û yên kevin ji xwendevanên xwe re alternatîfên zêde û cure bi cure pêşkêş dikin. Weşanên Aramê di salon 2 nimreya 604 C de, Weşanên Avayê di salon 2 nimreya 606 F de, Weşanên Avestayê di salona 2 nimreya 211 A de, Weşanên Lîsê di salona 2 nimreya 606 E de, Weşanên Nûbiharê di salona 2 nimreya 608 D de, Weşanên Pêriyê di salon 4 nimreya 121 de û Weşanên Vateyê jî di salon 3 nimreya 509 B de standên xwe danîne.

WEŞANÊN ARAMÊ

Weşanxaneya Aramê ku li Amedê bi mantalîteya weşaneke demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendê diparêze, dike ji bo dema weşana nû 13 pirtûkên nû ku bi cureyên dîrok, bawerî, lêkolîn, roman û berhevkariyê de ne çap kir.

Di nav pirtûkên ku Aramê nû çap kiriye de; Pirtûka ku ji raporên ‘Komxebata Xweseriya Demokratîk’ a Kongerya Cvaka Demokratîk hatiye berhevkirin û bi navê "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd Xweseriya Demokratîk’, dîsa pirtûka bi cureya xwe lêkolîneke berfireh e ku Necat Ayaz wergêra wê kiriye ya bi navê ‘Herêmên Xweser ên, pirtûka Îlhamî Sîdar a helbetan ‘Jan’, romana Menaf Osman a bi navê ‘Namûsname’ pirtûka helbestan a Şemsettîn Ozern "Heft Rojên Emrê Min’, pirtûka ger û geşt û bîranê ya ya ku ji aliyê Galîp Alçitepe ve ahtiye amadekirin ya Gilbert Ernest Hubard a bi navê "Geşta Ji Kendava Besrayê Heta Çiyayê Agiriyê’ , pirtûka Murat Turk a bi navê ‘Dema Dendûreşkan’, pirûka çîrokan a Rojîn Zarg a bi navê ‘Fîdo’, pirtûka çîrokan a Hayrettîn Ekîncî ya bi navê ‘Li Çiyayê Qerejdaxê Şopa Gerîla’, pirtûka Hasan Huseyîn Denîz a bi navê ‘Serpêhatiyên Penabertiyê’, pirtûka Vedat Çetîn a bi navê ‘Ez Pûç Bûm’ , pirtûka Salîh Şahîn a bi navê Zerduşt çi ferman kir’ û pirtûka cerebeyan a Rodî Zinar a bi navê ‘Tecrîd’ hene.

WEŞANÊN NÛBIHARÊ

Weşanxaneya Nûbiharê ku di beşa klasîkan de heta niha gelek pirtûkên girîng weşandibû niha 4 hebên din li wan zêde kir. ‘Dîwana Dahî’ dîwana Mele Nezîrê Bedewî ye ku bi amadekariya Tehsîn Îbrahîm Doskî hatiye amadekirin. Latînîzekirina vê pirtûkê jî ji aliyê M. Xalid Sadînî ve hatiye kirin.

‘Qewlê Newala Sîsebanê’ ji aliyê Ahmet Demir ve hatiye amadekirin û weşandin. Demir gotiye ‘Ev destan li nav kurdan gelek belavbûyî ye ku mamosteyê mezin Bedîuzzeman Seîdê Kurdî/Nûrsî, di Kulliyata Rîsaleyên Nû de qala vê destanê kiriye û pesna şêwaza helbestiya wê daye.

Weda'î ku di sala 1790'î de hatiye dinê dîwanek nivîsî bû. Ev dîwan niha bi navê ‘Dîwana Weda'î’ ku vejandina wê Seîd Dêreşî kiriye hat amadekirin û çapkirin.

‘Dîwana Hadî’ ya Mela Mihemedê Liceyî ku Tehsîn Îbrahîm Doskî amade kiriye û M. Xalid Sadînî ew kiriye latînî.

WEŞANÊN AVESTAYÊ

Nivîskar Yildiz Çakar vê carê bi pirtûka xwe “Derî” ku ji Weşanên Avestayê derket, derket pêşberî xwendevanên xwe. Pirtûk niha li Fûra Pirtûkan a Stenbolê li benda xwendevanên xwe ye.Di nav Weşanên Avestayê de beşa Şahmaran pirtûkên nivîskarên jin ên kurd diweşîne. Şahmaranê ku heta niha 20 pirtûkên nivîskarên jin ên kurd weşandibû yeka din lê zêde kir: Derî. “Derî” pirtûka nû ya Yildiz Çakar e.

WEŞANÊN LÎSÊ

Ciwanmerd Kulek piştî romanên bi navê “Nameyek Ji Xwedê Re” (Lîs, 2007) û “Otobês”ê (Lîs, 2010) vê carê bi romana xwe ya nû “Zarokên Ber Çêm” derket pêşberî xwendevanê xwe.

Yunus Eroglu ku heta niha du roman derxistibû ji niha û pêde navê Ciwanmerd Kulek bikar tîne û bi navê xwe yê nû romana xwe ya nû pêşkêş kir jî.

Çîroka Zarokên Ber Çêm ku nû derket, gihîşt Fûara Pirtûkan a Stenbolê ku heta 25’ê mehê dê li dar be. Yên bixwazin dikarin ji standa Weşanên Lîs romanê peyda bikin.