Nûçeya Lezgîn: KCK: Ji ber sedemên ewlehiyê wê rojnamevan beşdarî merasîmê nebin

FKÊ’yê Cejna Êzî pîroz kir

FKÊ’yê Cejna Êzî pîroz kir

Federasyona Komelên Êzdiyan (FKÊ) bi daxuyaniyekê Cejna Êzî li hemû civaka Êzidî pîroz kir û banga xurtkirina rêxistin û saziyan kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Berî her tiştî em wek FKÊ (Federasyona Komelên Êzdiyan) Cejna Êzî û hemû Cejnê derbas bûyî, di serî de li Rêberê Gelê Kurd, li Hêzên Parastina Gel, li Gelên Kurdistanê, li Civaka Êzdiyan û tevahiya Mirovahiyê pîroz dikin. Her weha em hêvidar in ev cejn bibe wesîleya aştî, azadî û biratiya gelan.”

FKÊ’yê bal kişand ser wateya cejnê û got: “Wateya Cejna di nava hemû baweriyan de cihekî wan ê watedar heye. Cejnên Êzdiya ji xwediyê dîrokeke pir kevnin e. Dema mirov li dîrok û naveroka van Cejna dinêre, ji bo jiyaneke nû xwedawendî û pîroziya wan dibîne. Divê em Cejnên xwe, weke kevneşopiya xweyî derketina bawerî û ҫanda xwe bibînin.

Pîroziya van cejna di dema îro de ji her wextî bêtir, ji bo bawerî û ҫanda êzdiyatiyê hê watedar e. Ji ber ku ev ҫanda qedim bi her awayî di bin xeteriyeke mezin de ye. Girîng e civaka kurdên êzdî û bi taybetî êzdiyên derveyî welat, bawerî û Çanda xwe biparêzin û xwedî lê derkevin.”

Federasyona Komelên Êzdiyan diyar kir ku sala 2012 hem ji wan û hem ji ji bo civaka wan saleke gelek bi zor û zehmet derbas bû û wiha domand: “Li ser civaka êzdiya ji hemû dema bêtir leystok hatine meşandin. Lê bi hişyarbûn û tê gihiştina civaka me piraniya van leystoka vale hatin derxistin.”

FKÊ’yê bal kişand ser kanal Çira TV’yê û got: “Her weha di vê salê de weşana Tv dest bi testê kir. Cara yekemîn di dîroka civaka me de bi pir rengî û dewlemendiyeke mezin Konferansa Êzdiya ya navneteweyî li Amedê pêk hat. Wekî din, em di pêvajoya Kongra Federasyonê de derbas dibin û ji vê kongrê hêvî û daxwaziyê gelê me zêde hene.

Ji bo em bibin bersiva wezifê demê û xwestekê civaka xwe, pêwiste di serde gelê em li saziyên xwe xwedî derbikevin û destkeftiyê heyî bêne parastin. Di diroka 35 salên derbasbûyî de, ji bo nasandin, parastin û pêşxistina nirxên pîroz gelek bedelên giranbûha hatine dayîn.”

FKÊ’yê ev bang kir û got: “Wekî din, ji bo civaka me xwe di her milî de rêxistin bike, azad bibe û bigihije mafên xwe yên bingehîn û serkeftinê mezin ҫêbibin bingeheke xurt hatiye amdekirin. Lewra, girînge ji hemû dema bêtir em rêxistinbûyina hemû beşê civakê û xizmeta xwe mezintir bikin.

Her weha em rojên cejna bikin rojên aştiyê, lihevhatinê, rojên rêxistinî û tevgera civaka kurdên êzdî li her deverê xurttir bikin û li dora saziyê xwe kom bibin. Cejna Êzî li hin welatê Ewropa û bi taybetî li gelek bajarê Almanya bi alîkariya Platforma Hunermendên Kurdên Êzdî têne organîzekirin.

Li ser vî esasî em wek Federasyona Komelên Êzdiyan, bang li Civaka Êzdiya û Dostên Gelê me dikin, li deverê Cejna Êzî lê têne pîrozkirin, bi girseyî tevlî şahiyên pîrozbahiyê cejnê bibin. Bi van bir û baweriyên xurt em cardin, Cejna Êzî li Civaka Êzdiyan û tevahiya Mirovahiyê pîroz dikin.”