Fînala tûrneya Ewropa ya Yenîkapi li Stûttgartê bû

Şanoya Îzmîr Yenîkapi ya Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) li Ewropayê organîze dike, lîstika xwe ya bi navê "Jiyan Bedew e" herî dawî li Stûttgartê nîşan da.

Şanoya Îzmîr Yenîkapi ya Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) li Ewropayê organîze dike, lîstika xwe ya bi navê "Jiyan Bedew e" herî dawî li Stûttgartê nîşan da.

Beriya pêşkêşkirina lîstikê li salona Komeleya Çanda Karkerên Koçber ên li Stûttgartê (GÎK-DER), Hevserokê AvEG-Kon Bakî Selçûk peyivî û der barê tûrneya Yenîkapiyê de agahî da. Selçûk diyar kir ku tûrneyeke serketî ye.

Dûre Mehmet Kuçukgunaydin, Medîne Çam, Nazli Masatçi, Ensar Albaglar û Şahîn Adiguzel derketin ser dikê û lîstika bi navê "Jiyan Bedew e" pêşkêş kirin. Lîstika ku ji berxwedana Dayikên Şemiyê hta Şoreşa Rojava û Kobanê, ji cînayetên jinan heta yên LGBTÎ gelek pirsgirêkên civakî vedigot, li eleqeyeke mezin a temaşevanan rast hat.

Li dû lîstikê, lîstikvanan bersiv da pirsên temaşevanan.

JI LÎSTIKVANÊN YENÎKAPI SURPRÎZ

Surprîzeke lîstikvanên şanoya Yenîkapi ji şanohean re hebû. Bang li temaşevanan kir ku piştî 5 deqeyan li kolanê li hev bicivin. Lîstikvanan li vir jî du lîstikên cuda pêşkêş kirin û li eleqeyeke mezin rast hatin.

Temaşevanan bi hestên erênî û di atmosfereke germ de lîstikvanên şanoya Yenîkapi oxir kirin.

...