Fîlmê 'Stranên Keziya Sor' li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate nîşandan

Fîlmê muzîkal a 'Stranên Keziya Sor' ku têkoşîna jinan a li seranserî cîhanê vedibêje, li Qamişlo, Kobanê, Reqa û Tebqayê hate nîşandan.

Fîlmê muzîkal "Stranên Keziya Sor" ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn ve bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, Saziya Çandê ya Pargîn û Hunergeha Welat ve hatiye çêkirin. Fîlm balê dikişîne ser dîroka têkoşîna jinan a cîhanê. Amadekariyên fîlmê 7 mehan dewam kirin.

Navê fîlmê ji kesayet û têkoşîna yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Sakîna Cansiz hatiye hilbijartin. Dema fîlmê muzîkal 20 deqe ye û ji tevahî pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 200 jin di fîlm de cih digirin. Fîlm li Reqa û herêma Cizîrê hatiye kişandin.

“Stranên Keziya Sor” duh cara ewil li Kobanê, Reqa, Qamişlo û Tebqayê hate pêşandan. Fîlm bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hate nîşandan. Eleqeyeke gel a zêde ji bo fîlmê hebû.

Li Qamişloyê fîlm li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hate nîşandan. Li gorî nûçeya ANHA’yê; beriya nîşandana fîlm rêveberiya Hîlala Zêrîn a kantona Cizîrê Rûken Mihemed bi xêrhatina mêvanan kir û piştre li ser çêkirina fîlmê axivî. Koordînasyona Hîlala Zêrîn a Bakur Rojhilatê Sûriyê Mizgîn Çolaq jî têkildarî fîlmê wiha got: “Heya niha em deyndarê Rêber Abdullah in û em vê fîlmê diyarî wî dikin.” Di dawiyê de temaşevanan dirûşma “ Jin, jiyan, azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Fîlm, li Kobanê jî li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hate nîşandan. Beriya nîşandana fîlmê, endama Şano ya Kantona Firatê Dîlara Şêx Demir axivî û wiha got: “Fîlm, şoreşa jinan vedibêje ji destpêkê ve û heta roja îro. Çawa jinan xwe bi pêş xist û di tevahî qadên jiyanê de leşkerî, siyasî, civakî de cih girt û bû şervan û fermandar. Em fîlmê diyarî şehîdan û jinan li cîhanê dikin.”

Li Reqayê jî fîlm li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr hate nîşandan. Beriya pêşandana fîlmê bi navê Tevgera Hîlala Zêrîn Endama Rêveber Gulbihar Seydo axivî û bixêrhatina beşdaran kir û ev tişt anî ziman: “8’ê Adarê û Newroz li ber derî ne. Ev roj, roja fedakariyên jinan e. Jin destanên lehengiyê nivîsandin."

Fîlmê “Stranên Keziyên Sor” li Tebqayê jî li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr hate pêşandan. Di çalakiyê de hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê Nûr El Qitran axivî û wiha got: “Xweşikbûna biharê û rengên rengîn, di adara berxwedanê, kombûna jinan û têkoşînê de tê. Bijî ev kombûn, bijî ev têkoşîna ku yek ji destkeftiyên herî mezin ê jinan e, qeydan ji holê radike û bi serketinê tacîdar dibe.”