Fîlmê 'Rev' tê nîşandan

Fîlmê 'Rev' ku li ser reva jineke Êzidî ya dîlgirtî ji hovîtiya DAÎŞ'ê û lêgerîna azadiyê dinirxîne, li Festîvala Fîlman a Hambûrgê wê bê nîşandan.

Fîlmê 'Rev' ku Denîz Deman derhênerî jê re kir, wê bê nîşandan.

Fîlmê 'Rev' ku li Başûrê Kurdistanê û Elmanyayê hate kişandin, qala reva jineke Êzidî ya dîlgirtî ji hovîtiya DAÎŞ'ê dike û lêgerîna azadiyê vedibêje.

Denîz Deman anî ziman ku jinên pêşengî ji têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê re kirin, hêmana esasî ya şoreşê ne û diyar kir ku li dijî tarîtiya serdema navîn, Şoreşa Jinê ya Rojava diyarî û hêviya herî bi wate ya ji bo jinên cîhanê ye.

Denîz Deman got, "Divê jinên cîhanî berxwedana mezin û lêgerîna azadiyê ya li dijî tarîtiya DAÎŞ'ê bibînin û sûdê jê werbigirin."

Fîlmê Rev wê 29'ê Cotmehê di Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê de bê nîşandan. Her wiha wê beşdarî gelek festîvalên navneteweyî jî bê kirin.

Fîlmê Rev di Festîvala Fîlman a Human Shades de hêjayî xelata 'No Dialog Film' û di Festîvala Fîlman a Madonie ya Sîcîlyayê de jî hêjayî Xelata Mansiyonê hate dîtin.