Fîlmê li ser gerîla 'Dema Dirîreşkan' li Ewropayê tê weşandin

Fîlmê li ser gerîla 'Dema Dirîreşkan' li Ewropayê dikeve vîzyonê. Fîlm wê destpêkê 21'ê Gulanê li Parîs û Kolnê bê nîşandan. Çêkerê fîlm Serhat Hûlakû anî ziman ku ew dixwazin fîlm li 150 deverên Ewropayê nîşan bidin.

Fîlmê ku ji pirtûka 'Dema Dirîreşkan' a nivîskar Mûrat Turk bi heman navî hate amadekirin, ji aliyê derhênerê fîlmê "14'ê Tîrmehê" Haşim Aydemîr ve hatiye çêkirin. Fîlm li herêma Pencewînî ya Başûrê Kurdistanê hate kişandin û gelek gerîlayan tê de cih girtin.

Di fîlm de işaret bi gelek bûyerên di salên 1990'î de li Kurdistanê qewimîn. Şewitandina gundan, zilma li Kurdistanê li gel hate kirin, ciwanên Kurd ên li ber vê zilmê rabûn û berê xwe dan çiyê, her wiha jiyana van ciwanan têne vegotin.

Di fîlmê 'Dema Dirîreşkan' de qala jiyana gerîlayekî tê kirin ku di êrişa dewleta Tirk de birîndar bû û bi birîna xwe bi tena serê xwe li ser piyan ma. Çîroka gerîlayekî di nava birçîbûn, şert û mercên giran ên xwezayê de ber bi azadiyê ve dimeşe.

21'Ê GULANÊ WÊ LI PARÎS Û KOLNÊ BÊ NÎŞANDAN

Gala fîlmê 'Dema Dirîreşkan' wê 21'ê Gulanê di çarçoveya Hefteya Çanda Kurd a Parîsê de pêk were. Li Elmanyayê jî wê heman rojê li bajarê Kolnê gala bê kirin.

Fîlmçêker Serhat Hûlakû li ser pêşandana li Ewropayê agahî da û anî ziman ku fîlm di nava şert û mercên gelekî giran de hate amadekirin.

Hûlakû ragihand ku fîlm li Spanya, Bangladeş, Hollanda jî di nav de li gelek welatan di festîvalan de hate nîşandan û got, "Rojên bê wê li Elmanya û Swîsreyê di festîvalan de were nîşandan. Li Parîsê jî di çarçoveya Festîvala Çanda Kurd a Parîsê de 21'ê Gulanê tê nîşandan. Heman rojê wê li Kolnê jî bê nîşandan. Li Hambûrg, Kîel, Marsîlya jî di nav de wê li gelek bajaran were nîşandan. Em dixwazin li 150 bajarên Ewropayê nîşan bidin."