Fîlmê Kobanê vedibêje li Lîvornoyê kete vîzyonê
Fîlmê ku berxwedana Kobanê û hovîtiya DAÎŞ’ê vedibêje li Lîvornoyê kete vîzyonê.
Fîlmê ku berxwedana Kobanê û hovîtiya DAÎŞ’ê vedibêje li Lîvornoyê kete vîzyonê.
Enrico del Gamba ve Giacomo Sini ya di bin sêwana Heyva Sor a Kurdistan-Îtalya xebatê dike, demek dirêj belgefîlmê ku amade dikir, îro li bajarê Lîvornoyê li Sînemaya Goldonetayê kete vîzyonê.Fîlmê ku berxwedana Kobanê û hovîtiya DAÎŞ’ê vedibêje, welatiyên Îtalyanî eleqeyek mezin nîşan dan. Bi sedan kesî li fîlîm temaşe kir.
SEROKÊ ŞAREDARIYÊ: WÊ LI DIBISTANAN JÎ BÊ NÎŞANDAN
Serokê Şaredariya Lîvorno Lûca Salvettî yê li fîlîm temaşe kir, diyar kir ku nîşandan fîlîm a li Lîvornoyê ji bo wan kêfxweşî ye. Salvettî diyar kir ku wê fîlîm li dibistanan jî bidin nîşandan.