Fîlmê 'Ji bo azadiyê' li Elmanyayê tê weşandin

Fîlmê 'Ji bo Azadiyê' wê li Elmanyayê bê weşandin. Dem û cihê weşandina fîlm diyar bûn.

Fîlmê 'Ji bo Azadiyê' ku qala berxwedana Sûrê dike, wê meha Adarê li Elmanyayê bê weşandin.

Fîlm bi giranî li Rojava, li Kobanê hate kişandin. Promiyera fîlm li 25'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kolkata hate kirin, ku yek ji girîngtirîn festîvalên Hindistanê ye.

Derhênerê fîlm Ersîn Çelîk diyar kir ku wan di fîlm de qala serpêhatiyên rast ên berxwedêran kirin û bi dehan sazî û bi sedan kesên li Rojava tevlî karê çêkirina fîlm bûn.

Çelîk li ser lîstikvanan ev agahî dabû:

"Di nava komên destpêkê û duyemîn ên lîstikvanan de yên xwedî tecrûbeya lîstikvaniyê nebû, lê belê tişta ku ji bo senaryoyê em li pey bûn bi wan re hebû. Yanî yên ku tevlî vî fîlmî bûna rast bûn û xwedî tecrûbeya jiyanê bûn. Du kesên di berxwedana Sûrê de hebûn; Hakî û Korsan Şervan di fîlm de rola xwe bi xwe lîstin. Tiştekî bi vî rengî zêde di sînemayê de nîne. Wekî din gelek kesên din jî xwedî çîrokên bi heman rengî bûn. Yanî me lîstikvan ji nava wan mirovan hilbijart ku xwedî wê hestê bûn. Dibe ku li Sûrê ew hest nejiya be, lê belê li Reqayê, li Şengalê ew hest jiya bûn."

DEM Û CIHÊN NÎŞANDANA FÎLM

Dem û cihên li Elmanyayê yên nîşandana fîlm wiha ne:

BERLÎN (BABYLON BERLÎN)
13'ê Adarê, 19.00 (Deutschland Premiere)
(Kino1-Kino2-Kino3)
Rosa Luxemburg Str 30,
10178 Berlin
***
KOLN (FÎLMFORÛM NRW)
14'ê Adarê
Seance-1: 17.00
Seance-2: 20.00
Bischofsgarten Str 1
50667 Köln
***
HAMBÛRG (ZEÎSE KÎNOS)
15'ê Adarê, 17.00
(Kino1-Kino2-Kino3)
29'ê Adarê  - 17.00
(Kino1)
Friedensallee 7-9
22765 Hamburg
***
ATTENDORN (JAC KÎNO)
22'ê Adarê  - 17.30
(Kino1-Kino2)
Am Zollstock
57439 Attendorn
***
KÎEL (PUMPE KÎNO)
27'ê Adarê  - 18.30
HaBstraBe 22
24103 Kiel
***
STUTTGART (KÎNO GLORÎA)
27'ê Adarê  - 20.00
29'ê Adarê - 17.00
Königstr. 20 Gloria-Passage
70173 Stuttgart