Fîlmê 'Bakur' ê li sansurê rast hat li Êlihê ye
Gala dokûmantera 'Bakur' a ku li Festîvala Fîlman a Stenbolê ji aliyê Wezareta Çandê ve bi hinceta 'belgeya qeyda tescîlê' nîne hat sansurkirin, li Êlihê wê were kirin.

Midûriyeta Çandê ya Şardariya Êlihê da xuyakirin ku gala dokûmantera 'Bakur' a li Festîvala Fîlman a Stenbolê ji aliyê Wezareta Çandê ve bi hinceta 'belgeya qeyda tescîlê' nîne hat sansurkirin, wê sibe li Sînemeya Yilmaz Guney a Şaredariya Êlihê were kirin.
Dokûmantera ji aliyê derhêner Ertûgrûl Mavîoglû û Çayan Demîrel ve hat amadekirin, kampên cuda yên gerîla yên li Bakur û Başûrê Kurdistanê nîşan dide, jiyana PKK'yiyan vedibêje.
Piştî nîşandana roja Çarşemê saet 17:00 a li Sînemeya Yilmaz Guney, derhênerê fîlm Ertûgrûl Mavîoglû wê derkeve pêşberî temaşevanan.