Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer 29’ê Tîrmehê li Hesekê tê lidarxistin

Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer ku ji sala 2019’an û vir ve ji ber êrîşan nehatibû kirin, wê di navbera dîrokên 29-31’ê Tîrmehê de li bajarê Hesekê bê lidarxistin.

Komîteya Amadekariya Festîvalê banga ‘Tevî êrîşan jî em ê festîvalê lidar bixin. Bang li hemû gelê xwe dikin ku tevê êrîşan jî govendê bigerînin.’

Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer ku ewilê sala 2015’an hate kirin, vê carê ya 5’emîn wê 29’ê Tîrmehê li Navenda Çandê ya Serdem a Hesekê destpê bike. Festîvala ku lîstikên çandî yên pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn li xwe digire, komên govendê wê bi meşa li bajar re destpê bike.

Festîvala ku wê 3 rojan dom bike, wê 20 komên govendê ku ji Şehbayê bigire heta Dêrikê ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez, Tirkmen û kêmeneteweyên din cih bigirin. Her wiha wê komên mûzîkê jî derkevin ser dikê, hunera xwe nîşan bidin.

Komîteya Amadekar a Festîvalê got: “Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên ji sala 2019’an û vir ve dom dike, me nekariya festîvalê pêk bîne. Lê îsal tevî hemû êrîşan jî em ê festîvala xwe lidar bixin. Bang li hemû gelê xwe dikin ku tevî hemû êrîşan werin govendê bigerînin.”