Festîvala Şano ya Amedê dest pê dike
7. Festîvala Şano ya Amedê dest pê dike. Festîval wê bi şiyara 'Rastî rê li ber azadiyê vedike' di navbera 26'ê Nîsanê û 5'ê Gulanê de pêk were. Di festîvalê de wê 12 fîlm bên nîşandan.
7. Festîvala Şano ya Amedê dest pê dike. Festîval wê bi şiyara 'Rastî rê li ber azadiyê vedike' di navbera 26'ê Nîsanê û 5'ê Gulanê de pêk were. Di festîvalê de wê 12 fîlm bên nîşandan.
Festîvala Şano ya Amedê ku sê sal in ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê (AŞT) ve tê lidarxistin, îro bi lîstika bi navê "Tenê Ez" a Teatra Jiyana Nû dest pê dike.
Festîval bi şiyara 'Rastî rê li ber azadiyê vedike' pêk tê û wê heta 5'ê Gulanê 12 lîstik werin nîşandan. Tevî komên şano yên ji Amed, Wan û Stenbolê, koma ji Rojhilatê Kurdistanê hatiye jî wê berhema xwe pêşkêş bike. Lîstikên şano wê li Salona Şano ya ÇandAmedê bên nîşandan.
Ji lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektar li ser naveroka festîvalê ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist, festîval îsal cara 7'an pêk tê û bang li şanohezan kir ku teqez tevlî festîvalê bibin.
Emektar diyar kir, ji ber ku Şaredariya Amedê ji destê qeyûm hate derxistin û kete destê gel, wê lîstikên xwe yên şano karibin li salonên şaredariyê nîşan bidin û got, "Ev yek ji bo me cihê kêfxweşiyê ye, ji ber ku em ê karibin derkevin pêşberî hîn bêhtir temaşevanan."
7 LÎSTIKÊN BI KURDÎ, 4 LÎSTIKÊN BI TIRKÎ
Li ser bernameya festîvalê Emektar got, "Nêzî 25 serlêdan li festîvalê hatin kirin. Ji nava van me 11 lîstik hilbijartin. 7 jê bi Kurdî ne, 4 jî bi Tirkî ne. Bi giranî 4 lîstikên jinan hene. Wê bernameyeke xweş û dewlemend be."
Emektar destnîşan kir ku ew li bendê ne tevlîbûneke xurt li festîvalê bibe û bang li Amediyan hemûyan kir ku tevlî bibin.
BERNAMEYA FESTÎVALÊ
Vekirina festîvalê:
26'ê Nîsanê, În, saet: 18.30
“Tenê Ez”
Teatra Jiyana Nû- NÇM (Stenbol)
Rejî û Adaptasyon: Rugeş Kırıcı, Cihad Ekinci, Ömer Şahin
Cih: Salona Şano ya Bajarê Amedê, Saet:19.00
27'ê Nîsanê roja Şemiyê
“Benden Bu Kadar” (Ji min ewqas)
Seyyar Sahne (Stenbolê)
Nivîskar-lîstikvan: Burcu Halaçoğlu
Nivîskar-derhêner: Celal Mordeniz
Cih: Salona Şano ya ÇandAmed, Saet: 19.00
28'ê Nîsanê roja Yekşemê
“Tenê Ez”
Teatra Jiyana Nû- NÇM (Stenbol)
Rejî û Adaptasyon: Rugeş Kırıcı, Cihad Ekinci, Ömer Şahin
Cih: Salona Şano ya ÇandAmed, Saet: 15.00
28'ê Nîsanê roja Yekşemê
“Mal Be Kol”
Grup Ehûra (Mehabad)
Derhêner: Oumid Xakpur
Nivîskar: Husên Fezlûlahî
Cih: Salona Şano ya ÇandAmed, Saet: 19.00
29'ê Nîsanê roja Duşemê
“Zargotin Zêrgotin e”
Tetra Mencel (Wan)
Nivîskar: Çetoyê Zêdo
Derhêner: Nazmi Karaman
Cih: Salona Şano ya ÇandAmed, Saet: 19.00
30'ê Nîsanê roja Sêşemê
“Kozik”
Tetra Mencel (Wan)
Nivîskar: Adalet Ağaoğlu
Derhêner: Perînaz Delazy
Cih: Salona Şano ya ÇandAmed, Saet: 19.00
1'ê Gulanê roja Çarşemê
“Zabel”
BGST - Şano (Stenbol)
Metn: Aysel Yıldırım, Duygu Dalyanoğlu
Rejî: Aysel Yıldırım, Duygu Dalyanoğlu, Sevilay Saral
Cih: Salona Şano ya ÇandAmed, Saet: 19.00
2'ê Gulanê roja Pêncşemê
“Zabel”
BGST – Şano (Stenbol)
Metn: Aysel Yıldırım, Duygu Dalyanoğlu
Rejî: Aysel Yıldırım, Duygu Dalyanoğlu, Sevilay Saral
Cih: Salona Şano ya ÇandAmed, Saet: 15.00
2'ê Gulanê roja Pêncşemê
“Altust” (Serûbin)
İstanbulimpro (Stenbol)
Pêşkêşiya jiberxwe
Cih: Salona Şano ya ÇandAmed, Saet: 18.00
2'ê Gulanê roja Pêncşemê
“Lâl Hayal”
to be house of production (Stenbol)
Nivîskar: Sevilay Saral
Derhêner: Ezel Akay, Aysel Yıldırım
Lîstikvan: Songül Öden
Çêker: Tuba Ünsal- Songül Öden
Cih: Salona Kongreyê ya ÇandAmed, Saet: 20.00
3'ê Gulanê roja Înê
“Altüst” (Serûbin)
İstanbulimpro (Stenbol)
Pêşkêşiya jiberxwe
Cih: Salona Şano ya ÇandAmed, Saet: 15.00
3'ê Gulanê roja Înê
“Özgür Palyaço Güçleri” (Hêzên Palyaço yên Azad)
Lîstika Atolyeyê
Rêvebera Atolyeyê: Ezgi Keskin
Cih: Dika Ceribandinê ya ÇandAmed, Saet: 17.00
3'ê Gulanê roja Înê
“Teyba Dawî A Krapp”
tiyARTro (Stenbol)
Nivîskar: Samuel Beckett
Derhêner: Emre Erdem
Lîstikvan: Hilmi Demirer
Cih: Salona Şano ya ÇandAmed, Saet: 19.00
4'ê Gulanê roja Şemiyê
“Ji Akademiyê Re Raporek”
Şa Performans (Stenbol)
Nivîskar: Franz Kafka
Lêanîn: Roşeng Rojbîr
Derhêner-lîstikvan: Tuncay Özel
Cih: Salona Şano ya ÇandAmed, Saet: 19.00
5'ê Gulanê roja Yekşemê
“Tartuffe”
Şanoya Bajêr a Amedê (Amed)
Nivîskar: Moliere
Derhêner: Rüknettin Gün
Cih: Salona Şano ya ÇandAmed, Saet: 19.00