Fermandarê efsanewî ê Vîetnamê wefat kir
Fermandarê efsanewî ê Vîetnamê wefat kir
Fermandarê efsanewî ê Vîetnamê wefat kir
Fermandarê efsanewî ê artêşa Vîetnamê General Vo Nguyen Gîap jiyana xwe ji dest da. General Gîap di dema rizgarkirina Vîetnama di bin mêtîngeriya Fransa û dagirkeriya Amerîkayê de fermandariya artêşê dikir û weke qehremanê netewî dihate bîranîn.
Rayedarên Vîetnamê ragihandin ku, General Vo Nguyen Gîap di temenê 102 salî de îro li paytext Hanoî jiyana xwe ji dest da. General Gîap ku weke qehremanê netewî ê Vîetnamê tê zanîn, di sala 1954’an de dehatiya xwe ya leşkerî bikaranî bi dorpêça Dien Bien Phu dawî li dagirkeriya Fransa ya li Başûrê Asyayê anî û derbe lêxist.
Gîap li ser artêşa Vîetnama Sosyalîst ya li dijî Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê û Başûrê Vîetnamê şer dikir bû. Di sala 1975’an de Saîgon têkbir.
General Gîap di dîroka cîhanê de bû yekem fermandarê ku hem artêşa Fransa û hem jî ya Amerîkayê têk birî.