FARC, îdîayên hewldana sûîkasta Ûrîbe derewand

FARC, îdîayên hewldana sûîkasta Ûrîbe derewand

Beriya ji nû ve destpêkirina hevditinên aştiyê yên bi hikûmeta Kolombiyayê re rayedarên FARC'ê îdîayên li ser hewldana sûîkasta li dijî Serokdewletê berê Alvaro Ûrîbe derewand. FARC'î diyar dikin ku ev paşgotin ji aliyê ew hêzên naxwazin hevdîtinên aştiyê bi ser bikevin ve hatiye kirin.

Di daxuyaniya duh êvarê ya li malpera înternetê ya FARC'ê de hat gotin, "Ev îftirayên ji nişka ve destpê kirin, bi armanca bidawîkirina hevdîtinên aştiyê yên li Havana ne."

Rayedarên FARC'ê di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ti eleqeyan wan bi agahiyên projeyên sûîkata li dijî Alvaro Ûrîbe û Dozgerê Giştî yê Kolombiyayê Edûardo Montealargre nîne, ku di 12'ê Mijdarê de li Bagota hat bidestxistin.

Li dû bihîstına nûçeya li ser projeya sûîkastê, li Kolombiyayê nerazîbûnên cidî derketibûn holê. Lîderê heyeta di hevdîtinên aştiyê de hikûmetê temsîl dike û alîkarê berê yê serokwezîr Hûmberto de la Calle dabû xuyakirin ku êrîşeke bi vî rengî wê pêvajoya aştiyê tine bike.

FARC beriya hevdîtinên aştiyê yên li paytexta Kuba Havanayê daxuyaniyek da û got, "Aştîxwaz divê refên xwe biparêzin." Her wiha hat destnîşankirin ku kengî Kolombiya nêzî aştiyê bû, hin derdorên dijber dikevin nava tevgerê.

Di hevdîtinên aştiyê yên nêzî saleke bi mêvandariya Kubayê tê kirin de, di navbera FARC û Kolombiyayê de hin pêşketin rû dane.

Hevdîtin wê îro li Havana dewam bikin. Lîderê heyeta FARC'ê Ivan Marquez ê di hevdîtina beriya deh rojan de cih girtibû, projeya sûîkastê ya li dijî Ûrîbe derewandibû. Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos jî dabû xuyakirin ku projeya mijara gotinê kevn e.