'Ez bi nuqteyên li ser tabloyê bi cih dikim re diaxivim'

Wênesaz Alî Borakmak ku 20 sal e wênesaziyê dike dibêje, "Gelek şêweyên çêkirina wêneyan heye. Lê perwerdeya vê teknîk an jî hunera ez bi kar tînim, li dibistan an jî zanîngehan nayê dayîn."

Di jiyana her mirovan de hunera xeyal û xewnên zarokatiyê heye. Li gorî wê xeyalê dibe xwedî pîşe û kar. Lewra bi xwesteka dilê mirovan û israra karê xwe hêdî hêdî dibe xwedî berhem û huner. Ew huner bi evînê belav dibe. Di her mirovan de cîhanek heye û ev cîhan xwedî nuqteyên cur be cur e. Di wê cîhana mirov de her dem di nav fikrandinê de ku şerekî pîvanên xwe heye. Lewra yek ji berhemên ku di nav civakê û cîhanê de belavbûyî hunera wênesaziyê ye. Wênesazî ango ev huner ji beriya zayînê bi salên pir dirêj heye. Bi vê yekê mirov bêje ku hunera wênesaziyê bi çêbûna mirovan re hatiye afirandin ku hest û ramanên xwe derxîne holê û karîbe bi tabloyên xwe hêstên ku jiyan dike bi civakê re bide parvekirin û peyamekê bi wê tabloya xwe vebêje. Di lêvegera lêkolînên dîrokî de tê payîn ku hunera wênesaziyê dîroka wê vedigere 20 hezar sal a beriya zayinê û çêbûna wê jî vedigere mantiqê mirovan ê xwe parastinê û wêrekiyê.

‘NUQTE XEYALA MIN A ZAROKANTIYÊ BÛ'

Yek ji wênesazên ku em rastê wî hatin Alî Borakmak e. Borakmak her roj di saetên sibehê berê xwe dide parka Rihan ya li navçeya Rezan a Amedê û li wir wêneyan nuqte dike. Tevahiya wextê xwe li parkê bi nuqtekirina wêneyan derbas dike û bi nuqteyên xwe dîrok, çand, nasname û wêjeya Kurdî zindî dike.Borakmak ji Amedê ye û dibistana seretayî qedandiye. Li gel ku pir dixwest dibistanê bixwîne,lê ji ber hinek sedeman nekarî xwendina xwe bidomîne. Wênesaz Alî Borakmak çîroka xwe ya wênesaziyêji ANF’ê re vegot. Borakmak di destpêka axaftina xwe de diyar ku ew ji zarokatiya xwe de ji vê hunerî hez dikir û her çiqas çû tiştên wî meraq dikir nuqte dikir û bi vê awayî wênesaziya wî pêş ketiye.

TEKNÎKA NUQTEKIRINÊ

Borakmak dibêje, ev hunera ez pêre mijûl im, mîna tiştekî ji jiyana min a beriya ez bêm ser rûyê cîhanê ye û wiha axivî: “Gelek şêweyên çêkirina wêneyan heye. Lê perwerdeya vê teknîk an jî hunera ez bi kar tînim, li dibistan an jî zanîngehan nayê dayîn. Ez teknîka nuqtekirinê bi kar tînim. Hê dema ez zarok bûm, xwesteka min ji vê hunerê re hebû. Ez zarok bûm, li Alî Paşa hosteyên ku xweserî Amedê neqişandina sifir dikirin hebûn. Bi çakûç bi nuqteyên li sifirê dixistin wêne çêdikirin. Ez bi hesret bûm ku wekî wan wêneyan çêbikim. Paşê li cihê ku rûdiniştim bi ço min hewl dida li ser axê neqşan çêbikim. Paşê bi pênûsê li ser kaxezan min dest bi neqişandina wêneyan kir.”

‘NUQTE KARÊ SEBRÊ YE’

Borakmak anî ziman ku ev karê neqşa bi nuqteyan karekî sebrê ye û wiha pê de çû: “Ji ber tu bi milyonan nuqteyan bêyî li hev bikevin tînî cem hev. Kesê herî zêde ev huner bi min da hezkirin jî hunermendekî Fransî bû. Di salên 1992’yan de bi mêvandarî li Amedê dima. Di wê pêvajoyê de ez demekê li cem mam. Ez 12-13 salî bûm. Ji min re got ku pênûsgirtina te û neqşên te cuda ne. Hinek kes bi stranên xwe, hinek kes bi nivîs û fikra xwe dixwazin tiştekî bidin mirovan. Ez jî dixwazim hestên xwe bi neqişandina wêneyan ji civakê re ragihînim. Ev nêzî 20 salan e ez vî karî dikim. Min ti perwerde nedîtiye. Çend caran Midûriyeta Perwerdeyê ya Millî bang li min kirin ku ez kursekê vekim. Min qebûl nekir. Ji ber ez wer difikirim ku eger madiyat bikeve nav hunerê dê efsûn xera bibe û ti qîmetê hunera tu dikî dê nemîne.”

‘HER STÊRKEK NUQTEYEK E’

Borakmak li ser pirsa hunera nuqtê ji bo te çi îfade dike jî dibêje, “Ez dixwazim têkildarî vê pirsê vê bêjim. Dema ez axê digirim destê xwe, tişta ez dibînim nuqte ne. Bi şev dema ez li asîman dinihêrim her stêrkek nuqteyek e. Gerdûn, tevahî bedena mirov û ajalan ji nuqteyan pêk tê. Min di gerdûnê de nuqte dît. Her wiha min di mirovên dirêj-kurt, zeîf-qelew, xurt-bêhêz de jî nuqte dît. Dema ez nuqteyan li ser tabloyê bi cih dikim, bi wan re diaxivim, ew jî bi min re diaxivin. Eger wisa nebûya min nedikarî ewqas nuqteyan bi cih bikim. Ez, hest, îsyan, êş, kêfxweşiya xwe bi nuqteyan dineqişînim. Nuqte ji bo min hezkirin, hest û rastiya jiyanê ye. Di tablo û wêneyan de ji sedî sed ez hewl didim, hinekan bidim nîşandan. Ji ber em di cîhaneke hevpar de dijîn. Êşa te êşa min e. Her çiqasî em hezkirin û kêfxweşiyên xwe bi hev re parve nakkin jî, li erdnîgariya em dijîn êşên me hevpar in. Em heman êşan dijîn.”

‘ARMANCA MIN AZADÎ Û WEKHEVÎ YE’

Borakmak da zanîn ku weke hunermendekî Kurd ew hewl dide çanda vê erdnîgariya ku bi sedê salan gelê Kurd lê dijî bidim nişandan û ev tişt got: “Ez naçim li dîmenekî li Parîs an jî Norwecê nanihêrim û wêneyan çênakim. Ez hewl didim wêneyê Sûra ku dapîr û bapîrên me bi destê xwe ava kirine çêbikim. Ez hewl didim di wêneyan de dayika xwe, dayikên me yên bi cilûbergên Kurdî û destmala li serê wan nîşan bidim. Ez herî zêde hewl didim, xizaniyê, feqiriyê, bêedaletiyê nîşan bidim. Armanca min a ji vê wekhevî û azadî ye. Dê ev peyama min bigihîje cihê xwe yan na min eleqedar nake. Dîsa mirov bi çi çavî li hunera min dinihêrin min eleqedar nake.”

‘JI BO ZAROKÊN XIZAN PÊŞENGEH’

Borakmak destnîşan kir ku hewl dide pêşengehekê veke û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Heta niha nêzî 30 tabloyên min hene. Ez hewl didim pêşengehekê vekim. Armanca min ne ew e ku ez bêm naskirin. Eger xwestekeke min a wiha hebûya, ez ê niha ne li Amedê, li Antalya û Stenbolê bûma. Armanca a min a ji vê pêşangehê ew e, dahata ji vir bê ez ê li zarokên xizan û feqîr ên neçar in dixebitin re belav bikim. Ji ber min jî ew feqîrî dîtiye. Dixwazim ji bo wan, kinc, pêlav, lênûs û hwd. pêdiviyan dabîn bikim. Eger ev pêk were ez ê kêfxweş bibim.”