Ew agir kete dilê 'Dema Hespên Serxweş'...

Ew agir kete dilê 'Dema Hespên Serxweş'...

Piştî karesata gundê Şînawa li Pîranşarê ku 2 zarokan jiyana xwe ji dest dabûn û 37 jî birîndar bibûn, îro Rojhilatê Kurdistanê şîn heye. Filmê Kurd ê navdar 'Dema Hespên Serxweş' li derdora herêma Şînawa hatibû kişandin. Derhênerê vî filmî Bahman Ghobadî ku gelê herêmê baş nas dike diyar kir ku ew ji ber vê bûyêrê gelek xemgîn e.

Roja 5’ê berfanbarê li Pîranşarê agir bi pola xwendekarên keç ên dibistana seretayî ya gundê Şînawê ya bajarê Pîranşarê ketibû. Di encamê de 2 zarakên temên wan 10; Seyran Yegane û Êlham Îsmaîlpûr jiyana xwe ji dest dan û 37 zarok jî birîndar bûn. Rewşa 17 zarokan giran e û hêjî li nexweşxanê tên dermankirin.

Piştî bûyerê wêneyên ku ji aliyê ajansên nûçeyan û malperên înternetê ve tên belavkirin, dilê mirov dişewitîne. Rûyên şewitî ên biçûk, awirên matmayî, pola biçûk ku ji agir reş bûye, pêlavên biçûk ku di nava xweliya agir de hatine jibîrkirin û dê-bavên li ber deriyê nexweşxaneyan.

Piştî vê kerasetê îro li Rojhilatê Kurdistanê şîn dest pê dike û heya 16'e mehê dê bidome. Ji aliyekî din ve partî û dezgehên Kurd ji ber vê bûyerê rejîma Îranê sûçdar dikin û balê dikşinin xemsariya rayedaran. Serokê PJAK’ê Ebdulrehman Hacî Ehmedî jî doh diyar kiribû ku divê ev karesat tenê weke xemsariya hin rayedar û berpirsan neyê dîtin, divê weke berdewama polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd bê dîtin.

'NEHIŞTIN ZAROK LI GUNDÊ XWE WERIN VEŞARTIN'

Yek ji kesên ku herî zêde xemgîn derhênerê Kurd Bahman Ghobadî ye. Ghobadî ku filmê xwe yê navdar 'Dema Hespên Serxweş' vê li herême kişandibû, bi rêya telefonê hestên xwe yên ji ber vê bûyerê ji ANF'ê re vegot. Ghobadî destnîşan kir di dema kişandina vî filmî de ew li vê herême geriya û hinek mexdûrên kerasetê jî nas dike.

Derhênerê navdar ê Kurd Ghobadî, diyar ku li gorî agahiyên ewî girtine bi hênceta 'dê bibê cihê protestoyan' cenazeyê her 2 zarokan ne li gundê xwe, li cihekî dî hatine veşartin û wiha axivî:

"Ji ber sûçdariyên rejîma Îranê ez nikarim herim welatê xwe û ji ber vê jî tam nikarim bibim şahidê êşa van zarokan. Ev yek êşa di dilê min de mezintir dike. Min filmê 'Dema Hespên Serxweş' li wê herêmê kişand, wê heremê û wan mirovan baş nas dikim. Ez ê qet alîkariya wan ji bîr nekim. Bêgûman eger ev bûyer li Qamişlo yan jî li Amedê jî biqewimiya ez ê dîsa pir xemgîn bibama."

Kurdan û cihanê Rojhilatê Kurdistanê bi filmê 'Dema Hespên Serxweş' nas kir. Filmê ku di sala 2000'an de hate çêkirin, li Cannes û gelek festîvalên navnetewî yên filman xelat wergirt. Film, jiyana li ser sînorên tine ser ziman. Herwiha lîstîkvan jî gundiyên herêmê ne.

Bajarê Pîranşarê ku xweyî 120 hezar niştecih e li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye. Gelê bajêr dabara xwe bi qaçaxçitiyê ku bûye mijara vî filmî dike. Pîranşar di salên dawî de jî bi protestoyên li dijî rejîma Îranê hatibû rojevê. Bi taybetî piştî qetilkirina xortê Kurd Şivan Qadirî (Di Tîrmeha 2005'an li Mehabadê ji aliyê polisan ve hatibû kuştin) protesteyên girseyî çêbibûn. Pîranşar ku gelê wê di nava xizaniyê de dijî ji Mehabadê 80 kîlometre dûr e.