Erzîncan: Divê jin xwe bi rê ve bibin

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan bal kişand ser girîngiya Peymana Civakî û got, "Dewlet di esasê xwe de li dijî jinan e.Li dijî demokrasiyê ye. Divê beriya her tiştî em pergala xwe ava bikin û gav bi gav dewletê biçûk bikin."

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan di bernameya Xwebûn de ya ku ji aliyê Arjîn Baysal ve di JIN TV'yê de tê weşandin de, qala pêdiviya peymana civakî, şertên pratîzekirina vî tiştî ya di nav pergala dewletê de û parastina vê peymanê kir.

Erzîncan got, "Dewlet di esasê xwe de li dijî jinan e, li dijî demokrasiyê ye. Her bawerî, her beşa civakê, jin û ciwan di xwe bi rê ve bibin. Ne hewce ye kesek ji derve were wan bi rê ve bibe. Divê em pergala xwe ava bikin, xebat û rêxistinbûna xwe geş bikin û dewletê biçûk bikin. Heke tu bibêjî ez ê dewletê biguherînim, hinek mafên xwe piştre bistînim, tu yê piştre dîsa rastî heman tiştî bê. Mînakên vî tiştî gelek in. Dewlet di gelek waran de mafan dide lê piştre wan mafan distîne. Ji ber vê divê em pergala xwe ava bikin.”

Peymana Civakî çi ye û çima kete rojeva we?

Peymana Civakî di sala 2001’an de ket rojeva me. Çima peymana civakî kete rojeva me, divê em li ser vî tiştî bisekinin. Ji ber ku em behsa pergala desthilatdariya mêr a pênc hezar salî dikin. Ev pênc hezar sal in sîstemê herî zêde bi dewlet û desthilatdariyê xwe birêxistin kiriye. Di pergala kapîtalîst de hemû dewlet li gorî feraseta serdest a mêr hatine avakirin. Civakîbûn li gorî aqilê mêr tê avakirin. Perwerde, aborî û jiyan hemû li gorî feraset û pergala mêr hatiye avakirin. Em nikarin reng, deng û feraseta jinê li vir bibînin. Ji ber ku destûr nayê dayîn. Lê civakîbûna yekemîn bi destê jinan hat avakirin. Ma jiyanek bê jin dibe? Di avakirina civakbûnê rola jin û mêran heye. Lê rola jinê ji holê hatiye rakirin û jin di malên xwe de hatine girtin. Gelek destûr, zagon, felsefe, ol û teoriyên dewletan hene. Lê ev hemû ji bo mêran in.

MODELA JIYANA ALTERNATÎF

Em tevgera azadiyê divê em li hemberî pirsên di avakirina jiyana hevpar a jin û mêr de, di avakirina civakî de çawa tevbigerin, çi bikin û çawa bijîn xwedî perspektîfekê bin. Me peymana civakî nivîsand da ku em ji bo vê yekê modela jiyanê ya alternatîf a berbiçav biafirînin. Di vê peymana ku me çêkiriye de em balê dikişînin ser wê yekê ku jin, zarok, extiyar û xweza wê çawa bi hev re bijîn.

Em jin ku afirînerên  jiyanê ne, bêguman ji bo parastina hebûna xwe divê em di her qadê de xwe bi rêxistin bikin. Bi vê ferasetê me di sala 2001’an de peymana civakî anî rojevê. Ev rewş hê jî bi awayên cuda di rojeva me de ye. Ev pergal û perspektîfa ku me li çiyayan afirand, li Bakurê Kurdistanê û Rojava pratîk bûye. Di rastiyê de ev peymana ku me çêkiriye, perspektîfa vî tiştî dide ku civakeke azad çawa dikare were avakirin.

QANÛNÊN NETEWE-DEWLETAN LI SER BINGEHA ZAYENDÎ HATIYE AVAKIRIN

Çima qanûnên netewe-dewletan nikarin ji pirsgirêkên jinan re bibin çareserî?

Qanûnên netewe-dewletan li ser esasê zayendperestiyê tên afirandin. Ew xwedî dîrokeke pir dirêj e. Jin di qanûnên netewe-dewletê de her tim li paş in. An jî li gorî hin qanûnan tê paşguhkirin. Ev bi her awayî wisa ye. Em li rewşa îro ya Tirkiyê binêrin; jin ji ber tundiya ku ji mêran dibînin serî li dadgehê didin, lê dadgeh li şûna jinan, mêran diparêzin. Çima? Ji ber ku qanûnên dewletan mecbûr in ku hêza mêran biparêzin. Ev ji bo domdariya pergalê girîng e. Jin çiqasî rast be jî, xelet tê hesibandin. Cûdahiya zayendî heye. Lê ev cudabûn ne li gorî avahiya wê ya xwezayî ye. Li ser feraseteke zayendperest hatiye avakirin. Di qanûnê de tê gotin ku divê jin û mêr wek hev mûçe werbigirin, lê di pratîkê de qet wisa nabe. Bi rastî jî li hin dewletan jinan ji bo pêkhatina van qanûnan gelek têkoşîn kirin. Lê dewleta ku ji pêkanîna van qanûnan berpirsyar e, her çiqas di qanûnê de be jî, ji bo pratîkkirina qanûnan tiştekî nake. Gelek qanûn formalîte dimînin. Qanûnên netewe-dewletê bi tevahî ji bo berjewendiyên dewletê tên afirandin. Ti berjewendiya civakî li ber çavan nayê girtin. Di civakên kevn de, ji dêvila  qanûnan exlaq hebû. Ehlaqê civakî xwedî cihekî girîng bû. Niha feraseta polîtîk a exlaqî ya civakê ji holê hatiye rakirin û li şûna wê qanûn hatine danîn. Ev yek di nava civakê de bû sedema cudakarî û neheqiyê. Li hemberî vê rewşê ji bo avakirina jiyana azad pêwîstî bi avakirina peymana civakî hebû. Ji bo vê jî peymaneke civakî hat avakirin.

DEWLET DI CEWHERÊ XWE DE DIJMINÊ JINÊ YE, DIVÊ JIN XWE BI RÊ VE BIBIN’

Peymana civakî qanûnên dewletê hemûyan red dike. Çima hûn li şûna guhertina qanûnan, rasterast red dikin?

Dewlet di cewherê xwe de dijminê jinê ye. Li dijî demokrasiyê ye. Hin dewlet xwe weke dewletên civakî û hiqûqî didin nasîn. Her çendî ku hewl bidin rûyê xwe bipêçin jî, nikarin vê rastiyê veşêrin. Mînak em di peymana civakî de, weke alternatîf li şûna sîstema dewletê konfederalîzma demokratîk pêşniyaz dikin. Em di nava şêwazên rêveberiyê de, li şûna şêwazên rêveberiya navendî û otorîter şêwazên rêveberiya xweser pêş dixin. Her beşên bawerî û civakê, jin û ciwan divê bi xwe, xwe bi rê ve bibin. Pêwîstî pê nîn e ku yek ji derve were û wan bi rê ve bibe. Ev sîstema ku em pêşbînî dikin, sîstema dewletê red dike. Lê em vê jî dizanin ku dewlet ne sîstemek wisa ye ku ji îro heta sibê ji holê were rakirin.

Lewma em di nava dewletê de xebat û rêxistinên sîstema xwe pêş dixin û her ku diçe divê em dewletê biçûk bikin û têk bibin. Ji ber ku kevneşopiya dewletê ya 5 hezar salan heye. Ne pêkan e ku ev di yek rojê de ji holê were rakirin. Ji bo vê yekê jî divê mirov di nava li aliyekî di nava dewletê de bixebite û sîstemê biguherîne. Li aliyê din jî divê em sîstemek alternatîf pêş bixin ku dema dewlet têk çû, sîstemek li holê hebe. Têkildarî vê yekê jî xebatên me hene. Ji ber ku ev ne xebatek e ku yek alî were kirin. Eger ku ez û tu em bibêjin, em dewletê biguherînin û hin mafên esas bigirin, piştre wê li hemberî heman tiştan re rû bi rû bimîne. Ji ber ku mînakên vê yekê gelek in. Dewlet têkildarî gelek mijaran maf dide, lê piştre wan mafan dîsan ji te distîne. Lewma divê teqez em sîstema xwe ava bikin.

PEYMANA CIVAKÎ Û PEYMANA STENBOLÊ

Me ev yek bi awayek şênber di Peymana Stenbolê de dît. Dema ku dewlet peymanên xwe ji holê radike, hûn peymana civakî çêdikin. Têkildarî vê yekê hûn dikarin çi bibêjin?

Peymana Stenbolê ji bo jinan girîng e. Lê me di wê demê de jî dît ku dema tê xwestin, xwe vekişandin jî çêdibe. Peymana Stenbolê ji bo astengkirina şîdeta li ser jinê bû. Ji bo vê jî jin ji bo ku ev peyman ji holê neyê rakirin, têdikoşin. Ev rast e, lê divê ev têkoşîn bidome. Lê tişta ku em qalê dikin, tiştekî din e. Em di her alî de qala jiyanek nû û azad dikin. Peymana Civakî qat bi qat li ser Peymana Stenbolê ye. Dema Peymana Civakî di her qadê de pêk hat, êdî şîdet, bêmafî û bêedaletiyek li hemberî jinê çênabe.

CIVAK WÊ ÇAWA TEVLÎ VÊ PEYMANÊ BIBE?

Hûn dibêjin ku ev peyman peymana civakî ya demokratîk e. Wê demê her beşên civakê; jin, zarok û ciwan wê çawa tevlî vê yekê bibin?

Me cara destpêkê sala 2001’an ev weke pêşnûmayekê amade kir. Piştre li ser vê xebat hatin meşandin. Pêşniyazên meclîsên jinan, nêrînên tevgerên jin ên cîhanî û nêrînên ciwan û beşên cuda yên civakê hatin girtin û ev peyman hat çêkirin. Dema destpêkê hat nivîsîn, bi vî rengî hat amadekirin. Niha em li Rojava dibînin. Li wir jî peymanek civakî tê amadekirin. Ji her beşê civakê nêrîn tên girtin, civîn tên lidarxistin, bi salan nîqaş tên kirin û di encama vê yekê de jî hewl tê dayîn ku biryarek were girtin. Dema peyman hat amadekirin, divê bi rengekî demokratîk be ku her kes xwe bibîne.

Jin wê li gorî kîjan hêmanan, peymana civakî bikin?

Jin ji dîrokê û vir ve bûne pêşengên civaka demokratîk. Bi vê peymana civakî em jin diyar dikin ku em dixwazin di civakek çawa de bijîn. Bersiva pirsa çawa bijîn, tê dayîn. Em li gorî paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin, peymanek civakî pêk tînin. Em dixwazin li ser van her sê hêmanan, peymana civakî pêk bînin.

Me berê jiyana azad jî nîqaş kiribû. Ev mijar jî yek ji mijarên esas e ku di peymana civakî de cih digire. Ger em pêşerojek azad dixwazin, divê peywendiyên azad werin danîn. Di roja me de destpêka her tiştî divê feraset werin guhertin. Bi zihniyetên paşverû û kevneşopiyê yên heyî, jiyana nû nayê afirandin. Pirsgirêkên jinan ên cidî di vê mijarê de hene. Lê ev pirsgirêk ne tenê yên jinan e, di heman demê ew pirsgirêk in ku civakê hemûyê eleqeder dike. Mînak; li Rojava saziyên jinan hene. Li vir peymana civakî jî bi bandor dibe. Civak têkildarî vê yekê tê perwerdekirin û zanekirin. Mînak; mafê jinê yê perwerdeyê, di temenê zarokatiyê de zewicandin, azadiya ekonomîk û h.w.d hin mafên ku dayîne jinê, hene. Jin bi vê peymana civakî di her qada jiyanê de, dibe xwedî îrade. Di civakê de jin û mêr du hêmanên sereke ne. Lê di rewşa heyî de, jin tune tê hesibandin. Sîstema yek kesî, yanî ya mêr esas tê girtin. Em jî hewl didin ku vê sîstema yek kesî bi guherînin û jiyana hevpar biafirînin.

WÊ ÇAWAN BÊ PÊK ANÎN?

Aborî, tenduristî, perwerde û hwd. ev Peymana Civakî dê çawa di her alî de were pêk anîn?

Di roja me ya îro de mirov dikare mînaka vê yekê ya şênber li Rojava bibîne. Ev di warê tenduristî, aborî, perwerde û warên din de hêdî hêdî tê pêk anîn. Ji bo ku pîvanên neteweya demokratîk bi jiyanî bibin, divê jin pêşengiya wê bikin. Hemû aliyê wê yekser jinan eleqedar dike. Divê jin di serî de li qadên xwe bi jiyanî bikin û pêş bixin da ku di hemû qadan de pêk bên. Jin di karakterê xwe de xwedî avahiyeke demokratîk e. Ji ber vê sedemê di pêşengiya demokratîkbûna civakê de tu zehmetî najî. Bê guman, wekî her xebatê, li vir jî ya girîng ew e ku perspektîfa xebateke rast were diyar kirin. Têkoşîna ku wê bi perspektîfek rast diyarkirî bê meşandin, bêguman wê bi encam be. Ji bo ku Peymana Civakî bigihêje encamê, beriya her tiştî divê jin di têkoşîna guhertina zîhniyeta civakî de pêşengiyê bike û bi awayekî aktîf cih bigire. Bi taybetî jî divê qada perwerdehiyê ji aliyê jinan ve bê meşandin. Perwerde aliyekî pir girîng e. Perwerdehiya civakî rê li ber guherîna civakê vedike. Bi perwerdehiya jinê re avakirina civakê hêsantir dibe.

Di roja îroyîn de ji bo jinan aliyek din a girîng aborî ye. Aboriya ku bi mêtingeriyê ji destê jinan hate girtin, divê vegere li cewherê xwe. Îro aborî bi mêran tê naskirin. Rast fêmkirin û pêşxistina aboriya ku weke sermaye tê pênasekirin, bi destwerdana jinê ya di vî warî de pêkan e. Mêr li gorî pergala kapîtalîst projeyan pêş dixe. Ev yek bi her awayî zerarê dide xweza û civakê. Lê aboriya ku jin wê pêş bixin wê komînal û ekolojîk li ser esasê berjewendiya civakî be. Aboriya ku zirarê dide xwezayê, aboriya ne civakî, tenê çerxa pergala kapîtalîst xwedî dike. Aboriya ku jin wê pêş bixin, divê aboriya hewcedariyê be. Bi gotineke din, divê neserfkar bi diyarkirina hilberîna xwe ya li gorî hewcedariyên aboriya bikêr pêş bixe.

Gelo Rojava ji bo pêşxistina van hemû pîvanan modeleke îdeal e?

Belê, ji xwe wisa ye. Rojava di vî warî de mînakek pir girîng û îdeal e. Sîstema ku li Rojava hatiye pêşxistin ji gelek aliyan ve dibe mînak. Mîsyoneke girîng ji jinan re hatiye dayîn. Mînak di warê tenduristî, perwerde, parastin û aboriyê de erkên pir girîng dane jinan. Guhertina ku bi beşdariya jinan tê jiyîn, bandorê li hemû beşên civakê dike. Mînaka vê ya herî şênber û xweş Rojava ye.

‘XWEPARASTIN XWEDÎ GIRÎNGIYEKE JIYANÎ YE’

Peymana Civakî çawa dikare were pêşxistin û domandin? Di vir de girîngiya xweparastinê çi ye?

Ji ber ku em li derveyî dewletê dijîn helbet dê li hemberî me her tim êrîş bên kirin. Dewlet dibêje ‘li gorî min bijî, ez ê mudaxeleyî te nekim.’ Lê em li dijî vê pergala dewletê di nava serîhildanê de ne. Lewma dewlet me ji bo pergala xwe xeteriyeke mezin dibîne. Ji ber vê sedemê hat tim bi konsepta êrîş û îmhayê tevdigere. Ya ku divê li vir were kirin ew e ku mirov bizanibe heta dawiyê pergala ku dixwazin bi rengekî xweser ava bikin çawa biparêzine. Ev bi taybetî ji bo jinan derbasdar e. Ji ber ku êrîş di eslê xwe de li dijî jinê ye. Pergala ku hatiye avakirin û xwestiye were pêşxistin, pergala azadiya jinê ye. Pergala mêr-dewlet jî weke hedef ji bo xwe nîşan kiriye û êrîş dike. Ji bo vê jî divê jin li dîrokê binêrin û tecrubeyan derxin. Ji ber ku eger jin nikaribin xwe biparêzin, wê bibin koleyên mêr, dewlet û pergalê. Ji dîrokê heta roja me ya îro ev rewş wisan berdewam kiriye. Li Rojava damezrandina YPJ’ê ne tenê li ser esasê parastina welatê xwe bi feraseta welatparêziyê bû. Sîstema ku dixwest ava bike, ji bo parastina hemû nirxên xwe hebû. Ya herî rast ev e. Dema em li şoreşên cîhanê dinêrin, em dibînin ku piştî şoreşê jin car din li malê hatine asêkirin. Em jinên Kurd em dikarin bibêjin ku me ji vê rastiya dîrokî dersên mezin girtin.

Eger jin bibin xwedî yekitî û rêxistinbûyîn, wê xwedî hêz û nêzîkatiyekê bin ku li dijî her şêwe êrîşa ku wê pêk were, bisekinin. Wê mudaxele li şaşîtiyên tên jiyîn bike. Wê xwe û civaka xwe biparêze. Ji bo vê jî pîvana xweparastinê ji bo jinan xwedî girîngiyeke jiyanî ye.