'Erka destpêkê ya hunermendan şikandina zîhniyeta sansurê ye'
Endamên TEV-ÇAND'ê Bêrî Dêrsim, Delîl Dilpêt û endamê Beşa Sînema ya Akademiya Şehîd Sefkan Mehmet Emîn Engîzek destnîşan kirin ku pêkanînên sansurê bi AKP'ê re gelekî zêde bûne.
Endamên TEV-ÇAND'ê Bêrî Dêrsim, Delîl Dilpêt û endamê Beşa Sînema ya Akademiya Şehîd Sefkan Mehmet Emîn Engîzek destnîşan kirin ku pêkanînên sansurê bi AKP'ê re gelekî zêde bûne.
Nerazîbûna li nîşannedana fîlmê Bakur di 34. Festîvala Fîlman a Stenbolê de, dewam dikin.
Endamên TEV-ÇAND'ê Bêrî Dêrsim, Delîl Dilpêt û endamê Beşa Sînema ya Akademiya Şehîd Sefkan Mehmet Emîn Engîzek ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kirin ku pêkanînên sansurê bi AKP'ê re gelekî zêde bûne.
'AKP DIXWAZE HUNER JÊ RE XIZMETÊ BIKE'
Endamê TEV-ÇAND'ê Dilpêt da xuyakirin ku li gorî feraseta AKP'ê divê huner jî jê re xizmetê bike û got, "Nirxandina rast ew e ku ya hat xwestin bi sansurkirina fîlmê Bakur re bê kirin, derbkirina festîvala fîlman e. Bi hikûmeta AKP'ê re sansur bûye olîtîkaya giştî ya dewletê û dema mirov li du salên bihurî yên desthilatdariyê dinihêrin, mirov sansurê gelekî zêde dibînin. Bi dozeran re hilweşandin peykerê Mehmet Aksoy li ser navê 'biratiya gelan' çê kiriye jî di çarçoveya heman mejî de ye. Nêzîkatiya AKP'ê bi vî rengî ye; Eger huner xizmetê jê re bike, hingî dikare bê qebûlkirin. Sansur û huner ti carî bi hev re nabin. Huner li ser bingeha rastiya civakî dikare hebe û rastiya civakî nîşan bide. Pêwîste hunermend jî bi nêzîkatiya qebûlkirî nêzî gotina Wezareta Çandê ya hikûmeta AKP'ê ya digot 'Em ê ji niha û pê ve pêşî li fîlman vekin ku bi hêsanî werin nîşandan' nebin. Dibêjin paşeroj eynika pêşerojê ye û nêzîkatiya AKP'ê ya di demên bihurî de li hemberî hunerê nîşan da, eynika herî baş a nêzîkatiya wê ya pêşerojê ye. Divê huner azad be û pirsgirêkên civakî binirxîne. Pêwîste huner û hunermend destwerdana desthilatdariyan qebûl nekin."
'TÊ XWESTIN KU DERB LI WIJDANÊ CIVAKÊ WERE XISTIN'
Endama Komîteya TEV-ÇAND'ê Dêrsim jî bal kişand ser nerazîbûnên rêxistinbûyî yên hatin nîşandan û got, "Sansurkirina fîlmê Bakur rewşeke matmayî nîne. Nerazîbûn û helwesta li hemberî sansurê hatin nîşandan gelekî girîng in û ji bo civata Tirkiyeyê û civata hunerê rewşeke pêşîvekirinê ye. Ji ber ku ti carî li ti qadê zincîr nekariye li zîhniyet, hest û ramanê were xistin. Lewma em nerazîbûna li hemberî sansurê hat nîşandan destek dikin, sansurê lanet dikin. Em dizanin ku ev yek derbek hatiye xwestin li wijdanê civakê were xirtin. Ya girîng û watedar jî ew e ku hunermendan qîmet û destek dan keda hev. Helwesta hevgirtî ya di festîvalê de derket holê, gelekî watedar e. Weke dewama vê hevgirtinê, em hêvîdarin ku ev helwest wê di Festîvala Fîlman a Enqereyê de jî were nîşandan. dewamiya van helwestan tê wateya tinekirina polîtîkayên ji zîhniyeta qedexekar û sansurê."
'EV DESTPÊKEK E'
Endamê Beşa Sînema ya Akademiya Şehîd Sefkan Engîze jî sansurkirina Bakur weke "Di kesayetiya AKP û Erdogan de bandora zîhniyeta desthilatdarparêz û zîhniyeta yekparêz" şîrove kir. Engîzek, helwesta gelek derhêner û hunermendan ku li hemberî vê sansurê fîlmê xwe vekişandin watedar û şoreşgerî ye û got, "Ev hewldan li dijî zexta û zîhniyeta yekparêz a bi salan derket holê û yekemcar bû sedem ku zîhniyeta sansurê ya desthilatdariyê biderize. Ev destpêkek e. Ji niha û pê ve jî li hemberî sansur û zextan, eger hunermend helwesteke bi heman rengî nîşan bidin, hingî wê karibin li ser navê hunerê li Tirkiyeyê gavekê biavêjin. Eger ev herdemî bibe zîhniyetek bi deh qatan ji zîhniyeta AKP'ê mezintir be jî wê nikaribe bibe asteng. Ev yek wê her şêwe sansurê ji holê rake. Li Tirkiyeyê erka destpêkê ya hunermendan bi dîtina min hilweşandina vê hişmendî û zîhniyeta sansurê ye."