Êrişa faşîzan a li Yewnanîstanê li Stockholm’ê hat protesto kirin
Êrişa faşîzan a li Yewnanîstanê li Stockholm’ê hat protesto kirin
Êrişa faşîzan a li Yewnanîstanê li Stockholm’ê hat protesto kirin
Bi armanca protestokirina êrişa faşîzan ya endamên Partiya Altin Şafak ku hunermendê şoreşger Pavlo Fyssas bi kêran qetil kirin,protesto bikin li 30 bajarên Yewnanîstanê çalakî pêk hatin û her wiha Yewnaniyên li Swêdê dijîn jî bi çalakiyekê êrîş şermezar kirin.
Girseya ku li Stockholmê civiyan li pêş Balyozxaneya Yewnanîstanê bi tevlîbûna sed kesî di xwepêşandanê de diruşmên li dijî faşizmê hatin avêtin. Di xwepêşandanê de nunerê Swêdê yê Partiya Komunist yê Yunanîstanê Yannis Konstantis, diyar kir ku Partiya Altin Şafak aboriya li Yewnanîstanê binpêkiriye û ketiye parlementoyê, partiyek dijmina kedêye, li dijî komunistan, penaberan û rêveberên karkeran êriş pêk aniye.
Di xwepêşandanê de Partiya Komunist ya Swêdê jî piştgirî xwepêşandan jî belavûkên ku girêdayî pêşketinên dawiyê yên li Yewnanistanê ru didin belav kirin.
Di dawiya xwepêşandanê de Konstantis bersiva pirsên ANF’ê dan, diyar kir ku Fyssas hunermendekî şoreşger yê ku ji aliyê gelê Yewnanîstanê ve tê heskirine û di komîteya Antî-Nazî de cih girtiye. Konstantis diyar kir ku Partiya Nazî a Altin Şafak dixwaze civakê terrorize bike û wiha berdewam kir: “ Ew tenê ne dijminê penaberanin, dijminê karker û yên kedê ne. Hefteya derbazbûyî endamekî partiya me ji aliyê komek sendikaciyan ve bi darên beyzbolê ve êriş kirin ser.”
Konstantis bal kişande ser riya ku Altin Şafak’ê têk bibe tenê bilind kirina tekoşîna bi girseye û rêxistinkirina çalekiyên li dijî faşîzmê ne. li Îngîlîstanê, Almanya, Fransa û Hollanda ji bo protestokirina qetikirina faşîstane çalekî hatine pêşxistin. Wê dawiya vê heftiyê Yewnaniyên ku li Îsveç jiyan dikin bên li gel hev û li dikî Naziyan çalekiyek li dar bixin.