Erdogan: Em dê paketê 30’ê Îlonê ragehînîn
Erdogan: Em dê paketê 30’ê Îlonê ragehînîn
Erdogan: Em dê paketê 30’ê Îlonê ragehînîn
Serokwezîr Erdogan paketa ku weke hikûmet amade kirîne diyarkir ku wê di 30’ê Îlonê de rabigehînin. Erdogan li ser naveroka paketê ne axivî. Diyarkir ku wê paket di nav raya giştî de bê nîqaşkirin û şûnde bê birina parlementoyê. Erdogan destxweşiya polîsên ku Karataş yê ku tê îdiakirin tevlî amadekariyên çalekiya li Dîkmen buye kuştî kir.
Serok wezîr Recep Tayyip Erdogan tevlî xwarina ji aliyê Waliyê Meletya ve ji bo wî dayî bû. Li vir di axaftina kirî de li ser paketa demokratîkbûnê ya di pêvajoya makeqanuna nû de sekinî û diyar kir ku wê paketê di dawiya mehê de rabigehînin. Erdogan wiha got: “Ez dê di roja dawî ya mehê de roja Duşemê paketa demokrasiyê di civîna xwe ya li Enqereyê bikim de rabigehînim”
Erdogan di derbarê êrişa duh li ser avahiya Rêveberiya Ewlehiya Giştî ya Enqereyê jî wiha got: “ Rêxistinên destê wan bi xwîn duh êrişî Navenda Giştî ya AKP’ê kirin, cardin Enqere rakirin çalekiyên bi xwîn. Gelek başbû ku roket bi duwaran ketin. Windahiyên me çênebûn.”
Erdogan di derbarê Muharrem Karataş yê ku tê îdiakirin çalekvane de axivî û wiha got: “ Destê wan sax be. Di seat 12:00’ê şevê de dîtin, di encamê de kesek, yê ku di heman demê de êrişî partiya me dikir, ew kuştin. yê din bi şeklekî giran birîndar bûyî li Gaziyê radizê. Ji ber yên ku serî li van rêyan bidin wê bedela wê jî bidin. Ger ne girin ev tê wateya bê ewlehiyek heye.”
Erdogan CHP jî kir hedefa xwe û di axaftina xwe de gotinên weke: “Eve li Taksîmê CHP û ev rêxistin li rex hevin. Destê wan di nav hevde çalekî kirin. Li ODTU’ê vê rêxistinê di bin siha CHP’ê de çalekî kirin. Bi teybet jî hesasyeta hinek parlementerên CHP’ê hîna jî berdewam dike” bi kar anîn.