Di danezana encamê ya Komxebata Polîtîkayên Ziman û Perwerdeyê ya KCD'ê de hat ragihandin ku ji bo destpêkirina komcivîna ji bo polîtîkayên ziman û perwerdeyê û avakirina komîsyonekê biryar hatiye girtin.
Danezana encamê ya Komxebata Polîtîkayên Ziman û Perwerdeyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a di rojên 25-26'ê Nîsanê de hat lidarxistin, aşkera bû.
Di danezana encamê de hat ragihandin ku bi pêşengiya KCD’ê saziyên Ziman û Perwerdehiyê yên wek Egîtîm Sen, Kurdî-Der, MAPER, Weqfa Mezopotamya, Şaredariya Bajarê Mezin, kes û nûnerên saziyên di qada ziman û perwerdehiyê xebatan dimeşînin bi tevahî 70 delege beşdarî komxebatê bûne.
Hat destnîşankirin ku di komxebatê de çespandineke wiha derket holê ku xebatên heta niha hatine kirin Zimanê Kurdî gihandiye astekê û li ser ziman hayedariyêk afirandiye. Lê hat kirpandin ku zimanê gelekî heta nebe zimanê perwerdeyê ziman pêş de naçe û nikare xwe biparêze.
Li gorî danezana encamê, ev biryar di komxebatê de hatine wergirtin.
BIRYAR
* Di 6 mehên pêşiya me de ji bo polîtîkayên ziman û perwerdeyê bi kûrahîtir bên nîqaşkirin û gihaştina hin biryarên diyarker bê pêkanîn divê Komcivînek bê lidarxistin.
* Divê ku dibistanên pîlot li gor pêdivî û derfetan bên zêdekirin. Ji bo vê yekê divê xebatên filîzîbîteyê yên pêwist bên destpêkirin.
* Ji bo berfirehkirina xebatên Ziman û Perwerdehiyê ji bo li gor awayê meclîsê divê xebatên afirandina pêkateyek û rêxistinê bên destpêkirin.
* Ji bo xebatên peyvnasiya mijarên cur be cur divê komîsyoneke xweser bê avakirin.
* Tevahiya saziyên siyasî, kargêriyî û xizmetê divê di xebatên xwe hên hundirîn û pevnivîsî yên hundirîn de zaravayên heyî bi heman hesasiyetê li ber çav bên girtin û bi zimanê dayikê bên pêkanîn.
* 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê û 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî divê tevahiya sazî û dezgehên me tevlî bernameya xwe ya salane bikin û li gor wate û girîngiya rojê çalêkiyên guncawa bên pêkanîn.
* Ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêsînor û bê pirsgirêk bê bikaranîn guherînên zagonî û destûra bingehînî yên pêwîst bên pêk anîn ger di asta siyasî de, ger ku di asta çalakiyan de be em piştgiriyê didin hewldan û xebatên tên kirin.
* Komxebata me piştgiriyê dide perwerdeya bi zimanê dayikê ya tevahiya gelên li Mezopotamyayê dijîn.
* Komxebata me bi tevahî ji bo di pergala me ya perwerdeyê û xebatên me yên ziman de pêşxistina helwesta wekheviya zayend û esasên jina azad a demokratîk dipejirîne.
Di serî de ji bo saziyên me yên siyasî û tevahiya saziyan di xebatên xwe de zimanê dayikê bikar bînin kirpandineke bi taybet dike."