"Em sîstema perwerdeya neteweya demokratîk bidin rûniştandin"

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz kir û peyama "Em cejna zimanê Kurdî bikin bingeha avabûna sîstema perwerdeya neteweya demokratîk' da.

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz kir û peyama "Em cejna zimanê Kurdî bikin bingeha avabûna sîstema perwerdeya neteweya demokratîk' da. 

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê bi wesîleya 15'ê Gulane Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da û got, "Bi mûnasebeta salvegera Cejna Zimanê Kurdî 15’ê Gulanê di şexsê kedkar û zimanzanên kurd ên nemir Celadet Bedirxan, Osman Sebrî, Seydayê Cegerxwîn, Mûsa Enteran de, cardin di şexsê pakrewan û mamosteyên Kurdî Çîmenan, Viyanan, Ferzad Kemanger û Baz Kortepanan de em tevahî şehîdên azadiyê bibîr tînin. Ked û xebata wan wekî mîrateya sereke ya pêşdebirina zimanê kurdî û çanda kurdî wê tim di xebata me ya perwerdeyê de were jîndarkirin û mayîndekirin."

Komîteyê diyar kir ku zimanê dayikê ku nîşana hebûn û nasnameya gelan e, di warê mafê mirovan de nabe were qedexekirin û bal kişand ser siyaeta qirkirin û bişaftinê ya bi sedê salan li hemberî gelê Kurd tê meşandin.

Komîteyê got, "Hêzên dagirker ên li ser welatê me Kurdistanê navê kurd, nasnameya kurd, hebûna kurd bi salan tune hesibandin, bi siyaseta bişaftinê her tim hewl dan hebûn, nasname û çanda gelê me bihelînin, me bişibînin xwe" û ev xal destnîşan kir: "Encex îro bi ked û saya Rêberê Gelê Kurd Rêber APO, serketinên berxwedana Rojavayê Kurdistanê, Kobanê, Şengalê, êdî nasnameya kurd hîn berbiçav bûye, kurd zêdetir li hebûn û nasnameya xwe xwedî derdikevin. Girîng e ev asta hatî bidestxistin bes neyê dîtin, perwerdeya bi zimanê kurdî ji bo gelê me yê kurd hîn zêdetir were pêşdebirin, bibe zimanê jiyan û perwerdeyê."

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê ragihand ku her çend 15'ê Gulanê rojeke sembolîk be jî, pêwîste hemû kedkar û xebatkarên zimanê kurdî yên li her çar beşên Kurdistanê û derveyî welat di van rojan de zêdetir Sîstema Perwerdeya Neteweya Demokratîk bixin rojeva xwe, xebatên xwe li gorî vê jinûve bigirin dest û wiha dewam kir: "Ji ber ku îro wekî gelê kurd derfetên me yên ku em li welatê xwe sîstemeke perwerdeyê ya nûjen bixin rojevê û jîndar bikin pir zêde ne. Di vê sîstema perwerdeyê de bêguman cihê her çand, ziman, bawerî û neteweyeke demokratîk û azadîxwaz heye. Lewre ev roj divê bibe roja hevgirtina tevahî ziman, çand û nasnameyên gelên herêmê; bibe roja hevnaskirin û parvekirineke gelêrî ya demokratîk."

BANGA JI BO HDP'Ê

Komîteyê bal kişand ser hilbijartinên parlamenteriyê yên 7'ê Hezîranê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û got, "Ji bo em bikarin sîstemeke civakî ya demokratîk, azad û wekhev ava bikin, derfeta azadiyê mezin bikin serketina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo tevahî gelên demokratîk û azadîxwaz ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pir girîng e. Li ser vê bingehê di serî de kurd, divê tevahî gelên li Tirkiyê bi ruhê yekîtî û biratiya hemû ziman, nasname û çandan beşdarî hilbijartinên parlamenteriyê yên 7’ê Hezîranê bibin."

'XEBATÊN PERWERDEYÊ YÊN LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ SIYASETA ÎNKAR Û TINEKIRINÊ PÛÇ KIRINE'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Rojavayê Kurdistanê jî ku îro berxwedaneke bi rûmet di bin pêşengiya yekîneyên parastina gel de tê meşandin, xebata jîndarkirina sîstema perwerdeya neteweya demokratîk jî bi ked û xebata hezaran mamosteyên kurdî tê meşandin û hat gotin, "Divê were gotin ku tiştê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi ser bixe pêşxistin û rûniştandina Sîstema Perwerdeya Neteweya Demokratîk e. Encama xebata di pêvajoya şoreşa Rojavayê Kurdistanê de di bin pêşengiya mamosteyên zimanê kurdî de hatî meşandin, siyaseta înkar û tinekirinê ya li ser gelê kurd pûç kiriye, ji kesên ku digotin, 'em zimanê kurdî li dibistanan bixin bernameya waneyan jî, mamosteyek kurd nîne ku têde wane bide' bûye bersiveke herî xurt ku îro gelê kurd tevî jin û ciwanên xwe bi qasî ku dikare parastina xwe bike, dikare sîstema xwe ya perwerdeyê jî bi awayek xweser û azad pêş bixe. 

'EM SÎSTEMA PERWERDEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK BIDIN RÛNIŞTANDIN'

Lewre divê ev xebat hîn zêdetir bên xurtkirin û her endamekî/e mamosteyê kurdî, her xebatkarekî/e perwerdeyê hewl bide Sîstema Perwerdeya Neteweya Demokratîk hem di kesayeta xwe de, hem jî di nav civakê de bide rûniştandin. Her wisa pêwîste bi vê zanistiyê tevlîbûnên xwe ji tevahî çalakiyên cejna zimanê kurdî re çêbikin. 

Bi îdîa û biryardariya ku em li welatê xwe perwerdeya zimanê dayikê bi girêdana ruhê Viyanan bikin heqîqeteke mayînde, em zîhniyeta yek netew, yek ziman, yek al, yek çandiyê ji holê rakin, li şûna wê zîhniyeta neteweya demokratîk a ku hemû heyînên çandî, neteweyî, gelêrî wekî dewlemendiya civakî dihesibîne bidin rûniştandin em vê roja Cejna Zimanê Kurdî di serî de li gelê kurd, kedkar û mamosteyên kurdî, her wisa li tevahî gelên herêmê pîroz dikin."