Ekvator: Tişta li damezrînerê WikiLeaksê hatiye kirin bêedaletî ye
Ekvator: Tişta li damezrînerê WikiLeaksê hatiye kirin bêedaletî ye
Ekvator: Tişta li damezrînerê WikiLeaksê hatiye kirin bêedaletî ye
Ekvatorê diyar kir ku yek ji damezerînerê Wîkîleaksê Julîan Assange ku ev du sal e li Sefaretxaneya Mezin a Londonê ye, bûye qurbanê ‘bêedeletiyê’. Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve hatiye dayîn de li gel doza ku li Swêdê der barê Assange de hatiye vekirin, daraza Swêdê tu pêşveçûn pêk neaniye.
Wezîrê Karên Derve yê Ekvator Rîcardo Patîno ku ji Gama TV re axivî diyar kir ku Julîan Assange ku ji sala 2012’an heta niha Sefaretxaneya Mezin a Londonê dijî, di doza wî de tu pêşveçûn çênebûye û sûcdariyên êrîşa zayendî ya der barê Assange de 4 sal berê li Swêdê hatiye kirin û got ku li gel vê tu tiştek nehatiye û ev binpêkirineke hiqûqî ye.
Wezîr da zanîn ku bi armanca ku îdîayên der barê Assange de bibersivîne dadgerên Swêdê dawetî Seferatxaneya Mezin a Londonê kirine û got ku pêşniyareke wan a din jî rêbaza konferansê ya bi vîdeoyê ye.
Wîkîleaksa ku Assange pêşengiya wê dikir di sala 2010’an de nêzî 700 hezar belge weşandibû.