Ekrem Kar piştî 30 salan ji girtîgehê tahliye bû
Ekrem Kar ê ku ji sala 1994’an û vir ve girtî ye, ji Girtîgeha Tîpa L a Panos tahliye bû.
Ekrem Kar ê ku ji sala 1994’an û vir ve girtî ye, ji Girtîgeha Tîpa L a Panos tahliye bû.
Kar ê piştî 30 salan hate berdan, ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve li ber girtîgehê bi tilîliyan hate pêşwazîkirin.
Ekrem Kar piştî hatî berdan, bi malbata xwe re ber bi warê xwe Şirnexê ve bi rê ket.
Kar di sala 1994’an de li Agiriyê piştî hate girtin, ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve cezayê hepsê yê muebetê lê hate birîn. Di tevahiya girtîbûna 30 salan de, li girtîgehên li Şirnex, Erzirom, Agirî û Amedê ma.