Doza Muşerref lê were darizandin paşve hat xistin

Doza Muşerref lê were darizandin paşve hat xistin

Dadgeha serokdewletê berê yê Pakîstanê Pervez Muşerref ji ber sedemên ewlekariyê paşve hat xistin.

Dihat payîn ku Muşerref îro danê sibê derketibûya pêşberî dadger. Lê belê ji ber ku li ser rêgeha konvoya Muşerref teqemenî hat dîtin, dadgeh paşve hat xistin.

Muşerref ku di sala 1999'and e bi darbeyê hat ser desthilatdariyê, di sala 2008'an de ji wezîfeyê hatibû girtin. Muşerref ê yekemcar wê derkeve pêşberî dadger, ji sûcê xiyaneta bi welat tê darizandin.

Parêzerên Muşerref, bi îdîaya ku darizandina serokdewletê berê li dijî destûra bingehîn e hewl dan dadgehê bê hikum bikin, lê belê ev hewldana wan bê encam ma.