BI DÎMEN

‘Divê jin tevlî xebatên hunerê bibin’

Gêşbîn Nebo ku bi 3 zimanan stran distrê got, “Divê jin berê xwe bidin hunerê. Her jin xwedî qabiliyetên cuda ne. Divê ew van qabiliyetên xwe ji xwe re veneşêrin.”

Ji ber nêzîkatiyên kevneşopî û zayendperestî, di hunerê de nîşandayîna huner û xweîfadekirina jinan bi gelek astengiyan re rû bi rû dimîne.

Ji ber ku civak beşdarbûna jinan a nava hunerê napejirîne, ev jî dibe sedema cihêkarî û zordestiyê û her wiha rê li ber mafê derbirîn û afirandina azad a hunermendên jin digire. Gêşbîn Nebo yek ji jinên ku ji bo wekheviya zayendî û azadiya jinan têkoşiyaye.

Gêşbîn Nebo (19) a ku ji Kobanê ye li Reqayê dijî. Gêşbîn Nebo di 7 saliya xwe de dengê xwe kişf kir, her çendî bi piştgiriya mamoste, heval û malbata xwe dest bi jiyana xwe ya hunerî ya wênesaziyê kir jî, nikare dev ji muzîkê berde û bi hev re her du şaxên hunerê dimeşîne.

EW HEM XÊZ DIKE HEM DISTRÊ

Nebo da zanîn ku wê dengê xwe di jiyana xwe ya dibistanê de kişf kiriye û wiha got: “Ez 7 salî bûm. Min nû dest bi dibistanê kiribû. Min dema ku ji hevalên xwe yên dibistanê re stran digotin dengê xwe kifş kir. Hem heval û hem jî mamosteyên min di stranbêjiyê de piştgirî dan min. Dema min stran digotin li dora min kom dibûn. Dema ez hatim Reqayê min dest bi xêzkirinê kir. Lê min biryar da ku ez stranbêjiyê bidomînim. Niha ez hem wênesaz im, hem jî stranbêj im. Ji aliyê din ve, ez tercûmaniya zimanê Îngilîzî dixwînim."

TEŞWÎQÎ HUNERÊ DIKE

Gêşbîn Nebo anî ziman ku ew li Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê   teşwîqî muzîkê dike û wiha axivî: “Ez dengên xweş dineqînim. Ez wan kesên ku meyla wan li ser stranan heye teşwîq dikim ku beşdarî komê bibin. Her çend dengê wan ne baş be jî, ez hewl didim wan teşwîq bikim ku serî li şaxên din ên hunerê bidin.” 

ZEXTA CIVAKÊ LI PEY XWE HIŞT 

Gêşbîn Nebo di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser zextên civakê yên li ser hunermendên jin û wiha dewam kir: “Zextên li derdora min li aliyekî nêrîna civakê ya li ser jinan gelekî dijwar bû lê min ev zext derbas kir. Ji bo civakê jin di mitbaxê de ye û ji xwedîkirina zarokan berpirsyar e. Lê qet nedifikirîn ku jinek bibe hunermend, hunera jinan weke şerm dihat dîtin. Heta niha zextên civaka paşverû li ser jinan dihat kirin, lê bi Şoreşa Rojava re hewl tê dayîn hişmendiya civakî ya zayendperest bê şikandin. Jin dikarin ji berê hêsantir qabiliyetên xwe nîşan bidin."

DAÎŞ’Ê HUNER ASTENG DIKIR

Gêşbîn Nebo bi bîr xist ku piştî DAÎŞ'ê Reqa dagir kir zextên li ser jinan gelekî zêde bûn û got: "Bi DAÎŞ'ê re zextên li ser civakê û jinan zêde bûn. Me nedikarî em bibejin em Kurd in. Hunermend nedikarîn berhemên xwe nîşan bidin. Wan di malên xwe de bi dizî stran digotin, wêne xêz dikirin, helbest û romanên xwe dinivîsandin. Qabiliyetên me veşartî diman.”

BI 3 ZIMAN STRAN DISTRE

Gêşbîn Nebo anî ziman ku ew bi 3 zimanan stranan distre û wiha pêde çû: “Ez bi Kurdî, Erebî û Îngilîzî distrêm. Gelê Reqayê bi hev re hunerên xwe nîşan didin, pêş dixin û parve dikin. Gel bi hev re dijîn, bi hev re stranan dibêjin, xêz dikin, govend digerînin û dinivîsin. Civakeke nû tê afirandin.”

Gêşbîn Nebo got ku divê jin berhemûn xwe bînin ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê jin berê xwe bidin hunerê. Her jin xwedî qabiliyetên cuda ye. Divê van qabiliyetan ji xwe re veneşêrin. Beşdarbûna jinan a nava hunera, ji pêşketina takekesî zêdetir tê wateya pêşketina Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”