Divê ji ‘17 hezar kiryarên dewletê’ hesab bê pirsîn

Divê ji ‘17 hezar kiryarên dewletê’ hesab bê pirsîn

Xizmên windayan têkildarî doza kuştina Abdulmecit Baskin ê di sala 1993'an de hat qetilkirin û Mehmet Agar, Îbrahim Şahin û Korkut Eken jî di nav de 12 kes wekî bersûc tên darizandin, daxuyanî dan û diyar kirin ku ji bo kuştina 17 hezar kesên kujer nediyar tenê dosyayek têr nake. Malbatan xwest ji bo lêkolîna windayan komîsyonek serbixwe bê avakirin.

Xizmên windayan û rêveberên Komeleya Piştevaniya Xizmên Windayan (YAKAY-DER), têkildarî vekirina doza der barê kuştina Midûrê Nifûsê yê Navçeya Altindagê Abdulmecit Baskin ku di sala 1993'an de hat qetilkirin de li 12 kesên di navde Midûrê Polîsan ê Giştî yê berê Mehmet Agar, Endamê Tevgera Taybet Îbrahim Şahin û Korkut Eken jî heye hat vekirin daxuyani dan.

Der barê 12 kesan de bi îdîaya "Ji bo sûcê curumê rêxistina çekdarî pêk anîne û di nava wan de xebat meşandine û mirov kuştine. Ketine hava hewldana kuştina mirovan" doz hat vekirin. Nûnerên YAKAY-DER'ê têkildarî doza der barê 12 bersûcan de hat vekirin li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Serokê YAKAY-DER'ê Velat Demir, anî ziman ku heta hesap ji Agar û berpirsiyarê 17 hezar kuştiyan neyê pirsîn edalet cihê xwe nabîne. Demir, anî ziman ku wekî xizmên windayan çarçoveya lêpirsînê pir teng dibînin û ew dixwazin lêpirsînek gelek fireh bê destpêkirin û hemû berpirsiyarê van kuştin û windakirinan bên darizandin û cezakirin.

Demîr, destnîşan kir ku wekî xizmên windayan dê lêgerîna edaletê berdewam bikin û ji bo hesabpirsîna kujerên 17 hezar welatiyan tenê dosyayek têr nake. Demîr, da zanîn ku têkildarî kuştinan wan gelek dosya û delîl pêşkêşî Serokwezîr kiriye, lê dîsa jî tu gav neavêtiye.

Demîr, daxuyand ku di salên 1990'an de Mehmet Agar "Hezar Operasyon" pêk anîn û xwest êdî dozger jî der barê van bûyerên şolî de bêdengiya xwe xera bikin û rastiyê lêkolîn bikin.
Demir, bang li Wezîrê Dadê kir û xwest ji bo ronîkirina kuştina 17 hezar welatiyan têkeve nava hewldanan û komîsyona Lêkolîn û lêgerîna heqîqetê ava bike.

Demîr, xwest dewlet û rayedarên dewletê jî êdî cihê kesên hatine kuştin û veşartin û navê wan aşkere bike û rastiyan ronî bikin. Demîr, diyar kir ku ew ji bo lêpirsînek edlî û gerdûnî vekirina goran ji dozger û dadgehê dixwazin ku li gorî protokolên navneteweyî tev bigerin û daxwazên malbatan li ber çavan bigirin.