Dîroka Konferansa Cenewre aşkera dibe!

Dîroka Konferansa Cenewre aşkera dibe!

Piştî DYA û Rûsyayê derbarê Sûriyeyê de li hevkirin dê di Konseya Ewlekariya NY de biryar bigirin, Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Laurent Fabîus daxuyaniyek da û got, ew hêvî dikin piştî îşev dîroka 2’mîn Konferansa Cenewre aşkera bikin.

Wezîrê Fransî Laurent Fabîsu li New Yorkê bersiva pirsên rojnamevanan da û got: “Ez hêvî dikim ku, îşev dîrok bêde diyarkirin.”

Konferansa navnetewî ku weke 2’mîn Cenewre tê binavkirin, çav lê ye nûnerên rejimê û muxalefetê tevlî bibin. Ev konferans dê li Sûriyeyê ji bo destpêkirina rêveberiyekî siyasî ya demkî erkdar be. Dê pêwîst bike konferans hikumetekî demkî hilbijêre.

Konferansa di pêşengiya DYA û Rûsyayê de bihemane tê taloq kirin. 14’ê Îlonê li Cenewreyê piştî têkildarî îmhakirina çekên kîmyewî ên Sûriyeyê DYA û Rûsyayê li hev kir, ji bo pêkanîna konferansê lez dan xebatê.

Li New Yorkê şeva 26’ê Îlonê jî têkildarî Sûriyeyê Washington û Moskowayê di Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li hev kirin.