Dika Azadiyê li benda zarokan e

Şanoya zarokan ji bo 5 keçên di 18'ê Tebaxa 2022'an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin bi dirûşma 'Azadî ji zarokatiyê destpê dike' dest bi çalakiyan dike. Meha Tebaxê 14 lîstik bêne lîstin.

Li Rojavayê Kurdistanê tovên çand û hunerê beriya şoreşê hatin reşandin û bi şoreşê re karê avakirinê bi hêza hunerê hîn bi xurtî tê meşandin. Yek ji van projeyên çand û hunerê jî projeya şanoya zarokan e ku bi koordînasyona Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), Tevgera Çandê ya Jinê Hîlala Zêrîn û Komîteya Zarokan a Şilêr pêk tê.

BÎRANÎNA 5 ZAROKÊN KEÇ ÊN HATIN QETILKIRIN

Projeya şano ya zarokan ji bo bîranîna 5 zarokên keç hate destpêkirin, ku her pênc zarok li gundê Şemoqa yê Til Temirê 18'ê Tebaxa 2022'an di êrîşa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan. Silava Ramazan ku yek ji wan 5 zarokan bû di êrîşê de bi giranî birîndar bûbû û di 1'ê Îlonê de şehîd bûbû. Silava Ramazan di fîlmê li ser Şengal, Kobanê û Ceza de yê bi navê Çîrokên Bajarên Wêrankirî di beşa Kobanê de weke lîstikvana zarok cih girtibû.

BINGEHA FESTÎVALÊ HATE AVAKIRIN

Zarokan meha Gulanê dest bi perwerde û provayê kirin, di encama 4 mehan de wê bi çalakiyên rojên şano yên zarokan derkevin ser dikê. Ev proje di heman demê de bingeha festîvala zarokan e. Ev lîstikên ku li ser dikê bêne lîstin di heman demê de wê li festîvala zarokan jî bêne nîşandan. Di festîvalê de ji bilî şano wê komên govend û muzîkê jî hebin.

Projeya şano ya zarokan ku wê bi dirûşma 'Azadî ji zarokatiyê destpê dike' dest bi çalakiyan bikin, di serdemeke welê de ku li cîhanê kaos û şerê giran diqewime, li dijî polîtîkayên birçîbûn, şer û xizaniyê dixwazin cîhaneke azad ji bo zarokan biafirînin. Proje zarokan di temenekî biçûk de digihîne hunerê, dixwaze kesayetên ku bi hêvî li paşerojê dinihêrin biafirîne.

TEVKARIYÊ LI PÊŞKETINA KESAYETIYA ZAROKAN DIKE

Bi vê projeyê tê xwestin ku li nava zarokên li Rojava hezkirina ji şanoyê, hêza xeyalê, xwe îfadekirin, hêza baweriya ji xwe, afirînerî, gavên bi wêrekî û jêhatîbûna hestewarî bê afirandin.

Zarokên ku gefa şer li wan tê xwarin, zarokên şehîdan û zarokên li kampên penaberiyê jî cihê xwe di nava projeyê de digirin. Proje bi rêya huner û şanoyê tevkariyê li pêşketina civakî ya zarokan dike. Bi motîvasyoneke xurt dixwaze tevkariyê li pêşketina kesayetiyên zarokan bike.

ZAROK HUNERA AXWE PÊŞKÊŞ DIKIN

Di çarçoveya projeyê de bi perwerdeya şano ya ji du mehan li ser lîstikvaniyê, konsantrasyonê, karê kolektîf û aheng, berpirsyariyê karên perwerdeyî têne kirin. Zarok jî di encama vê perwerdeyê de lîstikên xwe li ser dikê nîşan didin.

Di projeyê de 14 lîstik hatin amadekirin. Pîrê û Rovî, Çûk û Pîrê, Belek û Reş Belek, Sê Bîra hin ji van lîstikan e.

Zarok ji bilî dema dibistanê hefteyê du rojan bi destûra malbatên xwe tevlî perwerdeyê dibin. Zarok wê meha Tebaxê derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin.

PROJEYÊ MAMOSTEYÊN XWE AFIRAND

Vê projeyê di heman demê de mamosteyên xwe jî afirand. Ciwanên ku beriya niha lîstikvaniya şano kiribûn, di vî karî de mamostetî ji zarokan re kirin. Ji Dêrikê heta bi Şehbayê 12 mamosteyên şano li gelek deveran bi koordînasyona projeya zarokan perwerde dan koman, bi wan re eleqedar bûn, ji çêkirina kostum heta bi dekor û senaryoyê di her karî de ked dan û dik amade kirin. Bi vê projeyê re bi giştî 14 kom di nava 4 mehan de hatin perwerdekirin. Ji 8 heta 15 salî nêzî 200 zarok tevlî karên şanoyê bûn.

Dema çalakiyan:

Di çarçoveya projeyê de 5'ê Tebaxê şanoyên Pîrê û Rovî, Sê Bira, Mişk û Şêr, Jiyana Me (Erebî) wê li Navenda Çandê ya Aram Tîgran a li Rimêlanê bê nîşandan.

8'ê Tebaxê li Kampa Penaberan a Newroz, 9'ê Tebaxê li Navenda Çandê ya Parqîn a li gundê Besta Sûs, çalakiyên şano û muzîkê yên zarokan wê bêne lidarxistin.

Çalakiyeke din a mezin jî wê di 12'ê Tebaxê de be. Lîstikên Çûk û Pîrê, Ziman, Şengê û Pengê, Daweta Nok û Nîskan a Koma Sarya Barana wê li Navenda Çandê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê bê nîşandan.

Çalakiyên li Hesekê jî wê di 18'ê Tebaxê de pêk werin.