Di xwepêşandaneke li Lîbyayê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di xwepêşandaneke li Lîbyayê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li bajarê Lîbya Bengaziyê, di xwepêşandaneke şermezarkirinê ya li ber navenda rêxistina milîs de, 25 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn.

Li Bengaziyê, ku navenda serhildana li dijî lîderê berê yê Lîbyayê Mûammer Kaddafî ye, bi sedan kesî li ber Biryargeha Lîwana Mertal a Lîbyayê, ku rêxistineke milîse, xwepêşandaneke şermezarkirinê lidar xistin. Di çalakiyê de hat xwestin ku hêza milîsan werin bêçekkirin. Lê belê di çalakiyê de pevçûna çekdarî derket û di encamê de herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn.

Lîwaya Mertal a Lîbyayê, di xistina Mûammer Kaddafî ya ji deshilatdariyê de roleke girîng lîst. Lîwa, ji aliyê hukûmetê ve weke "hêza cîgir a ser bi artêşê" ve tê naskirin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbyayê Elî El Şekhî bi gotina "êrişa li dijî lîwayê êrişa li dijî saziyeke fermî ye", xwepêşandêr sûçdar kir.

Xwepêşandêr jî, ji bûyeran lîwayê berpirsyar dibîne û dixwazin ev hêza milîs were bêçekkirin û biryargaha wê bê valakirin.