Di teqînên li Diyala de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di teqînên li Diyala de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di teqînên li Diyala de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan
Iraqê îro jî bi xwîn û dengê teqînan dest bi rojê kir. Li bajarê Diyalayê di encama êrişên bombeyî de herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li bakurê paytexta Iraq Bexdayê, li bajarê Diyalayê îro du teqînên cûda rû da.
Hat ragihandin, li bazareke gel a li taxa Jadîdat El-Shatt ku pirraniya şêniyên wê Şîa ye, bi du wesaîtên bombebarkirî êrişek pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînan de herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 40 kes jî birîndar bûne.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên li derdorê. Rayedar ji zêdebûna hejmara miriyan gumanan dikin.