Di teqîneke li Bexdayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di teqîneke li Bexdayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li paytexta Iraq Bexdayê, di encama teqîneke bombeyî de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.

Bûyer, li taxeke başûrrojavayê Bexdayê ya piraniya şêniyên wê Şîa ne, pêk hat.

Çavkaniyên polêsan dan xuyakirin, ku wesaîteke bombebarkirî îro li nêzî klînîkek li El Bayaa teqiyaye. 

Hat ragihandin ku bûyerê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dane, 20 kes jî birîndar bûne.

Bi zêdebûna êriş û teqînên li Iraqê re, ji derketina şerê mezhebî yê Sunî û Şîa fikar tên kirin.