Di protestoya Meksîkayê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di protestoya Meksîkayê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di protestoya Meksîkayê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li rojavayê Meksîkayê komek ji mamosteyan xwepêşandaneke şermezarkirinê lidar xistin. Lê belê tankerekê ajot ser xwepêşandêran û di encamê de 6 jê mamoste 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 14 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Dozgeriya Eyaletê ya Michoacan Alejandro Arellano da xuyakirin ku di xwepêşandana li rêya rojavayê bajêr re, sendîkayên perwerdeyê çalakiya protestoyî lidar xistin, lê tankerek kontrol xwe wenda kir û ajot ser komê. Hat ragihandin ku di bûyerê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane, 14 kes jî birîndar bûne.
Endamê Sendîkaya Perwerdeyê Jorge Cazares jî diyar kir, ku ji 7 kesên jiyana xwe ji dest dan 6 jê mamosteyên dibistana destpêkê yên li herêmên Paracho û Santa Cruz Tanaco bûne.