Di Mîhrîcana Çandê ya Marchtrenk de Çanda Kurd hat nasandin
Di Mîhrîcana Çandê ya Marchtrenka li bajarê Lînz ê Avûstûryayê, Komeleya Kurd a Lînzê stand vekir û çanda Kurd da naskirin.

Mîhrîcana ku îsal a yekemîn hat lidarxistin, bi aktîvîteyeke ku gelek çand hatin nasandin pêk hat. Mîhrîcan danê sibehê li navenda Marchtrenk li qada vekirî ku pêk hat, çanda gelek welatan hat nassandin.
Serokê Eyaletê Josef Puhrînger û Şaredar Paul Mahr ku axivîn, Kurdistaniyan jî standa piştevaniya bi Kobanê re vekirin. Her wiha xwarinên bi armanca nasandina mutfeqa Kurdî hatin pêşkêşkirin.
D mîhrîcanê de li ser navê Komeleya Çanda Kurd Duygu Mete axivî. Mete got ku bi armanca nasandina çanda Kurd li mîhrîcanê ne û stand ji bo Kobanê vekirine. Mete di axaftina xwe de bal kişand ser komkujiyên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tên kirin û got: “Duh li Şengalê îro li Kobanê komkujiyan rû da. Dibe ku sibe li Ewropayê jî pêk bên. Eger em ji nedîtî ve bên wê dor bê welatên Ewropayê jî. Lewma ez banga piştevaniya bi gelê Kurd re dikim.”
Koma folklorê ya Zaroken Musa Anter jî reqsên gelê Kurd pêş kir. Kesên tevlî mîhrîcanê bûn der barê pêşketinên dawî yên Kobanê de agahî wergirtin. Her wiha Kurdistanî û Tirkiyeyiyên hatin stand ziyaret kirin jî der barê hilbijartinan de agahî wergirtin, behsa girîngiya destekkirina HDP’ê hat kirin.