Di karesata li Lagosê de 67 mirovên ji Afrîka Başûr jiyana xwe ji dest dan
Di karesata li Lagosê de 67 mirovên ji Afrîka Başûr jiyana xwe ji dest dan
Di karesata li Lagosê de 67 mirovên ji Afrîka Başûr jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin ku di karesata roja Înê ya li bajarê Nîjerya Lagosê de, ku dêrek hilweşiya herî kêm 67 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Serokdewlet Jacob Zuma bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmara welatiyên Afrîka Başûr ên di hilweşandina dêra li bajarê Lagos ê Nîjeryayê de jiyana xwe ji dest dan, 67 e. Zuma di daxuyaniya xwe de got, "Bi awayekî xemgîn radigihînim ku roja Înê ji ber hilweşîna Dêra Sînagoga Hemû Neteweyan de, 67 welatiyên Afrîka Başûr jiyana xwe ji dest dan, gelek jî birîndar bûn."
Jacob Zuma ragihand ku karesata li Lagosê mezintirîn karesata li derveyî welat bi serê welatiyên Afrîkaya Başûr de hatiye.
Roja Înê li bajarê Lagosê ku weke paytexta aboriyê ya Nîjeryayê tê zanîn, dêrek civata Xiristiyan a bi pêşengiya T.B. Joshua hilweşiya bû. Hatibû ragihandin ku di dema hilweşînê de herî kêm 5 kom di dêrê de bûn. Yên jiyana xwe ji dest dan, koma mêvanê ji Afrîka Başûr bû, ku T.B. Joshua weke pêxember qebûl dike.