Di ‘Gezî’ya Swêd de hawirdorparêz bi ser ketin

Di ‘Gezî’ya Swêd de hawirdorparêz bi ser ketin

Hewldana ku dihat xwestin li Girava Gotland daristan were tunekirin û li şûna wê ocaxa kilsê were çêkirin di encama çalakiya hawirdorparêzan û gelê herême de hat astengkirin. Armanca nû ya hawirdorparêzan ev e ku herêm bibe Parka Neteweyî.

Li Girava Gotland hewldana yekdestdaran a bi hevkariya polîs û dadgehê ve ku dixwestin daran rakin û li şûna wan ocaxa kilsê çêbikin di encama çalakiya hawirdorparêzan û gelê herêmê de hat astengkirin. Dadgeha Bilind jî piştî çalakiya hawirdorparêzan û gelê herêmê ku biryara jêkirina daran paşde kişand niha jî destûra çêkirina ocaxa kilsê ya ku dabû şirketa bi navê Norkalk betal kir. Biryar hat girtin ku destûr ji nû ve ji aliyê Dadgeha Hawirdor ve were destgirtin.

Biryara dadgeha bilind ji aliyê rêxistinên hawirdorparêz, Partiya Hawirdor a Keskiyan û Partiya Çepgir ve wek serketinê hat nirxandin û bi coş hat pêşwazîkirin.

Şefê Greenpeace yê Swêd Annîka Jacobsson jî da xuyakirin ku eger di mijara astengkirina jêkirina daran de bêîteatiya sivîl a mirovan nîn be wê şansê parastina xwezayê nemîne û wiha got, “Biryara Dadgeha Bilind serketina aktîvîstên ku ji bo parastina herêmê têkoşiyan e û ev mijar di demokrasiyan de girîngiya bêîteatiya sivîl nîşan dide.”