Di Fûara pirtûkan de dê pirsgirêka Kurd were nîqaşkirin
Di Fûara pirtûkan de dê pirsgirêka Kurd were nîqaşkirin
Di Fûara pirtûkan de dê pirsgirêka Kurd were nîqaşkirin
Bi malevanya Brezilyayê 65. Fûara Pirtûkan ya Navnetewiya Frankfurtê bi mêvaniya hezaran didome. Di fûarê de gelek çalekî hatin lidarxistin, Weşana Mezopotanya jî bi zimanê Kurdî, Almanû û Tirkî cihê xwe di fuarê de girt. Sibê wê li weşanxane bi beşdarbûna Çetîn, Pinar Ogunç û nûnerê PYD’ê Xalit Îsa li ser rewşa pirsgirêda Kurd panelekê bê lidarxistin.
Îsal 65. Fûara Pirtûkan ya Navnetewiya Frankfurtê bi serdana hezaran mêvanan didome.
Bi malevanya Brezilyayê 65. Fûara Pirtûkan ya Navnetewiya Frankfurtê, di tevahiya cihanê ji 100 welatan derdora 7 hezar û 300 weşanxane wê pirtûkên xwe bidin naskirin. Li fûarê Weşanxaneya Mezopotanyayê û Weşanxaneyên Herêma Fedarala Kurdistanê nûnetiya Kurdan dikin.
Weşanxanye Mezopotanyayê her sal beşdar dibe wê îsal pirtûkên xwe yên nû bide naskirin.
Di fuarê de bi hezaran pirtûkên bi zimanê Kurmancî, Kurmanckî, Tirkî, Îngilîzî, Almanî, Erebû û Farsî cih digrin. Di fuarê de pirtûka 5. Ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bi navê Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Demokratîka Netewî cildê 1-2-3, Pirtûka Nûretîn Demirtaş Ayintab Ustunde Kizil Bir Zaman, Onûr Borcuû, Türkiye'de Kürtlerin Katliami, Diyar Bohtî Kürt Xoybûn Cemiyeti'nin İlk Yayini, Hasan Hüseyin Deniz, Soryaz-1-2, Can Huseyîn, Ali Orûç- Dewrêş û Adûlê cih girtin.
Ji derveyî naskirina pirtûkan wê du panêlên girtin bên li darxistin.
Panela yekem wê li ser navê “ Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê rêya aşiya dadmendane” bê lidarxistin. Niviskarê rojnameya Radîkalê Pinar Ogunç û Rojnamevan Ferda Çetinê wê beşdar bibin. Panêl sibe saet di nav bera 3:45 û 14:45 de çêbibe. Wê li qada Forum Dialog pêk were.
Panêla duyem bi beşdar bûna nûnerê PYD’ê yê Ewrûpa Xalit Îsa li ser navê “ ji bo Sûriyeyê rêya sêyem” bi haman navnîsanê di saet 15:00 û16:00’an de tê lidarxistin. Panelek dîn jî sibe li Standa Herêma Fedarala Kurdistanê di navbera saet, 11:1û 12:15’an de pêktê. Lêkolînvan Mihemed Hema salih beşdar dibe.