Di Festîvala Fîlman a Stockholmê de eleqeya ji bo 'Bakur'
Dokûmantera 'Bakur' a li ser jiyana gerîlayên HPG'ê, ku hikûmeta AKP'ê nehişt di 34. Festîvala Fîlman a Stenbolê de bê nîşandan, di 26. Festîvala Fîlman a Stockholmê de rastî eleqeyeke mezin hat.
MÛRAT KÛSEYRÎ
STOCKHOLM / ANF
yekşem, 15 sermawezê 2015, 08:29
Dokûmantera 'Bakur' a li ser jiyana gerîlayên HPG'ê, ku hikûmeta AKP'ê nehişt di 34. Festîvala Fîlman a Stenbolê de bê nîşandan, di 26. Festîvala Fîlman a Stockholmê de rastî eleqeyeke mezin hat.
Fîlmê 'Bakur' ku li Skandînavyayê cara yekê di 11'ê Mijdarê de li Sînema Skandîa ya Stockholmê hatibû nîşandan, duh piştî nîvro li Sînem Zîta ya li navenda bajêr pêşkêşî sînemahezan hat kirin. Ji ber ku li pêş sînemayê rêzên dirêj çêbûn û bilêt neman, hin sînemahez bêyî ku karibin li fîlm temaşe bikin, neçar man vegerin.
Hikûmeta AKP'ê, ji bo nehêle dokûmantera 'Bakur' a derhêner Ertûgrûl Mavîoglû û Çayan Demîrel li Festîvala Fîlman a Stockholmê bê nîşandan ket nava hewldanên astengkirinê, lê bi ser neket. Ev hewldana astengkirinê ya dewleta Tirk, eleqeya ji bo fîlm zêdetir kir.
'BAKUR' DI BEŞA DOKÛMANTERÊ DE JI 'XELATA HESPÊ ZÊRÎN' RE NAMZET E
Festîvala Fîlman a Stockholmê ku her sal di beşên cuda de xelatan belav dike, îsal wê cara yekê xelatê bide dokûmanterekê. 'Bakur' jî yek ji dokûmanterên ji bo xelata 'Hespê Zêrîn' namzet hatiye nîşandan e.
Ji derhênerên 'Bakur' Ertûgrûl Mavîoglû yê ku ji ber promiyera fîlm a li Skandînavyayê weke vexwendiyê Festîvala Fîlman a Stockholmê hat, heman piştî nîşandan fîlm, beşdarî hevpeyvînek bi temaşekeran bû.
Moderatoriya vê hevpeyvîna bi navê "Face to Face" ji aliyê Sîdar Yîgît ve hat kirin. Mavîgolû di hevpeyvînê de diyar kir ku li kampên gerîlayên HPG'ê yên li Dêrsim, Amed û Botanê, bi erêkirina rêveberên PKK'ê re wan dest bi kişandina dîmenan kirine.
YÊN TIRKIYEYÊ BI RÊ VE DIBIN, KÊFA WAN JI RASTIYAN NAYÊ
Der barê sansurkirina fîlm li Festîvala Fîlman a Stenbolê de Mavîoglû diyar kir ku wî bi salan rojnamevanî kiriye, li hemberî sansûrê têkoşiya ye û got, "Qedexekirina fîlm ket hişê min. Jİ ber ku yên Tirkiyeyê bi rê ve dibin, hez ji rastiyan nakin. Festîvala Fîlman a Stenbolê festîvaleke xwedî prestîj e. Min digot; ew ê rê nede sansûrê. Dema mijara astengkirina fîlm hat rojevê, min ji rêveberên festîvalê re got ku divê bi wêrekî tevbigerin û li dij derkevin. Ji ber ku nedixwestin Wezareta Çandê ji aliyê malî ve desteka xwe ya ji bo festîvalê qut bike, sekneke bi vî rengî nîşan nedan."
Mavîoglû destnîşan kir ku ji ber vê helwestê jî festîval bêyî ku vebe û bê girtin, bêyî ku xelatan belav bike, têk çû.
Der barê pirseke din a li ser sansûrê de Mavîoglû ragihand, ku li welatekî her roj mirov lê tên qetilkirin, ne hêja ye ku mirov mijara sansûrê binepixînin û got, "Bêguman berdêla lêgerîn û dîtina rastiyan heye. 40 sal in li welêt şer heye. Ji bo dîtina rastiyan, min a li pişt dîwêr, a li pişt çiyê meraq kir û xwest wê nîşan bide."
Mavîoglû bersiv da rexneyên li hemberî fîlm tên kirin û destnîşan kir, ku wan şîroveya xwe tevlî fîlm nekirine, gerîlayan bi xwe jiyana xwe, xwe vegotin, lewma fîlm bi tenê rastiyê nîşan dide.