Di êrîşa duyemîn a li Rûsya de hejmara miriyan bû 14
Di êrîşa duyemîn a li Rûsya de hejmara miriyan bû 14
Di êrîşa duyemîn a li Rûsya de hejmara miriyan bû 14
Li bajarê Rûsya Volgogradê di encama êrîşeke xwekujî ya li hemberî troylebusê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, 28 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku êrîşa li hemberî troleybusê ji aliyê çalakgereke xwekuj a jin ve hatiye kirin. Kommersantê li gorî agahiyên ji wezareta tenduristiyê girt ragihand ku di êrîşê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane, 28 kes jî birîndar bûn. Teqîn li bazareke girseyî ya li taxa Dzerjînskî rû da.
Ajansa nûçeyan a Înterfax agahiyên xwe sipart çavkaniyên polîsan û diyar kir ku li Rûsyayê di nava rojekê de du êrîşên xwekujî rû dane.
Duh di êrîşa li hemberî yek ji stasyonên navendî yên bajarê Volgoradê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Tê gotin ku bi êrîşan re Olîmpiyadên Zivistanê yên 7'ê Sibatê destpê bikin û 40 rojan dewam bikin, hedef tên girtin.
Bajarê Sotchî yê Olîmpiyadê Zivistanê lê were lidarxistin li peravê Derya Reş e û 690 kîlometre dûrî Volgograd e.