Di erdheja li Pakîstanê de herî kêm 33 kes mirin
Di erdheja li Pakîstanê de herî kêm 33 kes mirin
Di erdheja li Pakîstanê de herî kêm 33 kes mirin
Îro li başûrê rojavayê Pakîstanê erdhejekî mezin rû da û herî kêm 33 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek mal jî rûxiyan.
Serokê operasyona NDMA’ya îdareya felaketên xwezayê yê Pakîstanê Kamran Ziya ji AFP’ê re axivî û got: “Herî kêm 33 kes mirine û me 24 birîndar jî tesbît kirin e.”
Li gorî Esntîtuya Jeofîzîkê ya Amerîkayê(USGS) û serwîsên Pakîstanê erdhêj îro li gorî demjimêra herêmî 16.29’an de li bajarê Xûzdar a eyelata Bellûcîstan, 15 km di kurahiya erdê de erdhejekî 7,7 pêk hatiye.
Rayedarekî leşkerî ê Pakîstanê ragihand ku, 200 leşker şandine navçeyên Awaran û Xûzdarê. Weke din jî agahî da ku, yekîneyên tenduristiyê gihane Xûzdar ku 100 km dikeve bakûrê Awaranê.
Serokwezîr Navaz Şerîf ku ji bo civîna Lijneya Giştî ya NY li New Yorkê de, sersaxî li malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane kir û ji artêş û NDMA’yê xwest ku alîkariya pêwîst bikin.
Erdhêj li bajarên mezin yên başûrê Pakîstanê jî hat hîskirin. Şefê serwîsa sîsmolojiya Pakîstanê Zahîd Rafî, ji kanala GEO re axivî û got: “Erdhêjek mezin bû. Herêma ku erdhêj lê pêk hat nifûsa wê kêm bû. Hêviya me eve ku wendahî kêm bin.”
Di meha Nîsana borî de li Îranê erdhêj pêk hat û li Pakîstanê li bajarokek biçûk ya eyaleta Bellûcîstan 41’an jiyana xwe ji dest dan.