Di erdheja li Fîlîpîniyan de zêdeyî 100 mirî hene

Di erdheja li Fîlîpîniyan de zêdeyî 100 mirî hene

Tê gotin, li Fîlîpîniyan di erdheja duh serê sibê de zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Xebatên alîkariyê, li herêmên herî zehmet ên giravên Bohol û Cebû tên meşandin.

Ajansa Afetên Xwezayî ya Neteweyî da xuyakirin ku di erdhejê de li girava Boholê 107 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rayedaran diyar kirin ku mexdûr Boholîne û anî ziman ku erhejê rê li ber şemitîna erdê û hilweşîna avahiyan vekiriye. Gelek dêrên dîrokî yên li giravê jî di nava avahiyên hatine hilweşandin de ne. Li girava Cebû jî 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.