Di erdheja li Belûcîstanê herî kêm 12 mirî
Di erdheja li Belûcîstanê herî kêm 12 mirî
Di erdheja li Belûcîstanê herî kêm 12 mirî
Li rexmî rezerveyên gaza xwezayî û kanên madenê ên dewlemend jî Belûcîstan herêma herî feqîr ya Pakîstanê ye. Belûcîstan ku hêjan şîna erdheja mezin ya beriya çar rojan digire, îro duwemîn erdhej çêbû û hate ragihandin ku herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Serokê şaxa herêma îdareya karesatê Ebdul Latîf Kakar got, di erdheja îro ya bitundiya 6,8 pileyî rûdayî de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest daye û 7 kes jî birîndar bûne.
Li gorî Enstîtuya Jeofîzîk ya Amerîkayê, erdheja nû 96 km li bakûrê qesabeya Awaran ku rojên borî jî erdhej lê çêbibû, 14 km di kûrahiya erdê de rû da.
Midûrê navenda çavdêriya erdhejê ya netewî ya Pakîstanê Zahîd Rafî daxuyaniyek da televîzyona taybet GEO’yê û ne paşhatiyek ya erdhejê bû, erdhejek nû ye. Amerîkayiyan erdhej weke 6,8 pîva, navenda Pakîstanê jî weke 7,2 pîva.
Erdhêj di 24’ê îlonê de li herêma herî xizan a Belûcîstan pêk hat. Erdhêj 23 km di bin kurahiya erdê de pêk hat. Di erdhejê de 350 kesan jiyana xwe ji dest dabû.
Di meha nîsana borî de li Îranê erdhêj pêk hat û li Pakîstanê li bajarokek biçûk ya eyaleta Belûcîstan 41 kesan jiyana xwe ji dest dabû