Di erdheja Endonezya de 22 mirin

Di erdheja Endonezya de 22 mirin

Hat ragihandin ku di erheja dijwariya wê 6.1 a duh li herêma Açe ya Endonezya de rû da 22 kesan jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê Navenda Rêveberiya Afetê ya Endonezya Sutopo Purwo Nugroho got, ku di erdheja navenda wê rojavayê Girava Sumatra de gelek kes birîndar bûne. Nugroho, wiha got, “Heta niha 22 kesan jiyana xwe ji dest daye û 210 kes jî birîndar bûne. Bi hezaran mal û avahî jî di erdhejê de zerar dîtine.”

Her wiha tê gotin ku di erdhejê de ji ber mizgefteke ku li navenda herêma Açe bû hilweşiyaye  6 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 14 zarok jî di bin enqazê de mane. Yek ji rêveberên afetê yê Açe Subhan Sahara da zanîn ku komên rizgarkirinê ji bo zarokan rizgar bike ketine nav hewldanan.

Hema piştî erdhejê ku leşker û polîs ji bo rizgarkirina mirovan hatine sewqkirin tê destnîşankirin ku ji ber piştî erdhejê heyelan çêbûye rê hatine û çûna hin herêman zehmet bûye û lewma bi helîkopter û balafiran komên rizgarkirinê ji bo wan herêmên tên sewqkirin.

Endonezya ku yek ji herêmên herî aktîf  a erdhejê ye gelek caran erdhej lê rû dide. Di sala 2004’an de  di encama erdheja bi dijwariya 9.1 de ku tsûnamî çêbû li derdora  Zeryaya Hindistanê 230 hezar mirovan jiyana xwe ji dest da.