Parlamenterê HDP'ê Ozsoy diyar kir ku ji bo dersa hilbijarî ya Zazakî, rêveberiyên dibistanan tevlî serlêdanên hatine kirin jî bi zanebûn gotine 'serlêdana têrker nîne' û red kirine.
Ozsoy got, "Zazakî bi gefa tinebûnê re rû bi rû ye. Ji ber vê gefa tinebûnê, divê sîstema siyasî û saziyên perwerdeyê yên rê li ber vê rewşê vekirine, bên lêpirsîn."
Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê Hişyar Ozsoy li ser zavayê Zazakî yê Kurdî û wezîfedarkirina mamosteyan di vê beşê de, pêşniyar pirsek pêşkêş kir.
Ozsoy di pêşniyar pirsa xwe ya ji bo Wezîrê Perwedeya Mîlî Nabî Avci de got, "Li gorî daxuyaniya 18.11.2015 a Miduriyeta Perwerdeya Milî ya Bajarê Çewlikê, li gelemperiya Çewlikê di serdema 2015-2016 a hîndekarî û perwerdeyê de, ji 20 hezar xwendekarên li polên 5., 6., 7. û 8. de dixwîn 2 hezar 233 xwendekaran di Dersa Hilbijarî ya Zarava û Zimanên Dijîn de dersa perwerdeya Zazakî hlibijartine. Li gorî agahiyên ji malbatan hatine wergirtin jî ev hejmar gelekî zêdetir e. Tevî vê yekê îdareyên dibistanan bi hinceta 'serlêdan û personelên pêwîst nîne' ev yek red kirine. Tevî daxwazeke zêde ji bo vê dersa Zazakî ya ku Midûriyeta Perwerdeya Milî ya Bajêr hatiye vekirin heye jî, redkirina vê daxwazê ji aliyê îdareyên dibistanan, nakokiyeke mezin e."
'WE ÇEND MAMOSTE WEZÎFEDAR KIRIN; JI BO ZAZAKÎ HÛN ÇI DIKIN?'
Ozsoy ê HDP'yî ji Wezîr Avci xwest bersiva van pirsan bide:
"Di nava 10 salan de Wezareta we çend mamoste ji bo dersên zaravayên Kurmancî û Zazakî Yên Kurdî wezîfedar kiriye? Rêjeya van mamosteyan li gorî rêjeya hejmara giştî ya mamosteyên beşên din, çiqas e?
Li gelemperiya Tirkiyeyê, bi taybetî jî li Çewlikê çiqas mamoste wezîfeya mamostetiya Zazakî û Kurmancî dikin?
Di nava 10 salên dawî de çend xwendekar ji beşên Ziman û Wêjeya Kurd û Estîtuyên Kurdolojî yên Zanîngehan derçûn? Di nava van mezûnan de çend kes li bendê de bên wezîfedarkirin?
Li gelemperiya Tirkiyeyê û bi taybetî li Çewlikê, di sala 2015'an de çend xwendekaran dersa hilbijarî Kurmancî û Zazakî xwestine? Ev daxwaz bi kîjan hincetan hatiye redkirin? Li gelemperiya Tirkiyeyê di rewşa heyî de ji çend xwendekaran re perwerdeya Zazakî û Kurmancî tê dayîn?
Li gorî daneyên UNESCO eger sîstema perwerdeyê ya roja îro dewam bike, tê texmînkirin ku piştî du nifşan Zazakî tine bibe. Ji bo parastin, pêşvebirin û bikaranîna Zazakî li gelemperiya Tirkiykeyê, bi taybetî li Çewlikê û bajarên bi Zazakî tê axivîn, plansazî û xebatên hûn dimeşînin çi ne?"