Di 18 mehan de 7 hezar jinan xwestin bên parastin
Di 18 mehan de 7 hezar jinan xwestin bên parastin
Di 18 mehan de 7 hezar jinan xwestin bên parastin
Li gorî daneyên Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî, di nava 18 mehên dawî de 7 hezar û 95 jinan serî li dadgehê dane û ji dadgehê biryara parastinê wergirtine.
Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Şahîn bersiv da pêşniyar pirsekê û di mijara zagona bi armanca pêşîgirtina li tundiya li dijî jinê hatiye derxistin de, agahî da.
Li gorî agahiyên Şahîn dane, ji dema zagon ketiye meriyetê û pê ve, di nava 18 mehan de 7 hezar û 95 jinan ji ber bi şîdetê re rû bi rû mane serî li dadgehê dane û ji dadgehê biryara parastinê derxistine.
Tirkiye, ji nava welatên endamên Konseya Ewropayê, di warê tundiya li hemberî jinê de di nava 5 welatên herî xerab de cih digire. Li gorî agahiyên saziyên jinan, piştî sererastkirina zagonê û pê ve, di şîdeta li hemberî jinê de, ti guhertin û başbûn nehatiye dîtn.
Hêjaya gotinê, bingehê şîddeta ku li Tirkiyê li hemberî jinê tê meşandin, zagon û qanûnên ku bingehê xwe ji zagona 12’ê Îlonê ya leşkerî digre û li ser pozîtîf cûdabûna zilam hatiya sazkirin.